Pompeo li Brûkselê dosya Îranê bi Ewropyan re nîqaş dike

AFP`ê ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo biryar da ku berê xwe bide Brûkselê, dê bi berpirsên Ewropa re "Mijarên  girîng" taybet dosya Îranê nîqaş bikin.

Berpirsekî di Wezareta Karê Derve yê Amerîka duh ragihand ku Pompeo li şûna Moskovê dê berê xwe bide Brûkselê, tê payîn ku Pompeo plankirbû îro serdana Moskov bike.

Lê çavkanî teqez kir ku Pompeo dê roja sêşemê berê xwe bide Sotçî da ku serokê Rûsya Flademir Pûtîn Û Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bibîne.

Tê payîn ku îro li Brûkselê civînek ji Meclisa Karûbarê Yekitiya Ewropa re bê lidarxistin, lê Wezareta Karê Derve yê Amerîka civînên di lîsteya karê Pompeo de diyar nekir.

Wezaretê tenê got Pompeo dê danûstandinan bi berpirsên Fransa, Birêtaniya, Almanya (hersê dewletên Ewropa ku peymana girêdayî dosya Îranê ya nukleerî di sala 2015`an de îmze kirin) re bike.

(jo)

 


Mijarên Din