Pompeo sedema betalkirina serdana xwe ya Berlînê eşkere kir

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got Almanyayê sedema betalkirina serdana xwe ya Berlînê û ji nişka ve serdana Iraqê kiriye, nas kir ku ji ber rewşeke lezgîn derbasî Iraqê bûye.

Rûsya El-Yewm diyar kir ku Mike Pompeo piştî gihaşt Iraqê, ji rojnamevanan re daxuyand ku ji wezîrê karên derve yê Almanyayê Haikou Mas lêborîna xwe xwestiye ku nikarî bi wî û şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re hevdîtin bikira.

Pompeo got wezîrê Almanyayê der barê vê yekê de naskirina xwe anî ziman û ew jî dizane ku têkiliyên wan bi Iraqê re girîng in û ew hevalbendên hev in ku li hember dijwariyên ku Almanya û Ewropa bi sedema gefên Îranê dikişînin.

Li aliyekî din jî hikumeta Iraqê agahiyên diyalogê yên ku di navbera serok Adil Abdulmihdî û wezîrê DYA’yê de bûne, eşkere nekirin.

Rûsya El-Yewm li ser zimanê çavkaniyeke hikumeta Iraqê di demek berê de ragihandibû ku Pompeo bêyî ragihîne, serdana Iraqê kir û bi serokê hikumeta Iraqê Adil Abdulmihdî re civiya.

(fr)


Mijarên Din