Pompeo Tehran tawanbar kir ku êrîşî tankerên petrolê kiriye

Ajansa Ruetersê diyar kir ku DYA`yê Îran tawanbar kir ku roja pêncşemê êrîşî tankerên veguhastina petrolê li Bendava Umanê kiriye, ev yek jî bû sedema bilindbûna buhayê petrolê li û metirsiya nakokiyên nû di navbera Îran û DYA`ê de zêde bike.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got "Hikumeta DYA`ê nirxandin ku Komara Îslamî ya Îranê berpirsiya êrîşên li ser Bendava Umanê radike." Lê di daxuyaniya wî de tu belgeyên ku helwesta welatê wî diyar dikin, tune bû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Mosawî îro bal kişand ser daxuyaniyên wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo der barê bûyera tankerên veguhastina petrolê li berava Umanê.

Ajansa Tesnîm a a nûçeyan diyar kir ku Ebas Mosawî gotiye ku berpirsyariya peydakirina ewlehiya li Medîq Hurmiz li ser pişta Komara Îslamî ya Îranê dikeve û wiha got: "Me îsbat kir ku em di zûtirîn demê de çûn alîkariya  deryavan ku derbe lê ketibû."

Mosawî ji Pompeo re wiha got: "Ev guman ne tenê henek e û pêkanok e, ew tiştekî fikar û hişyariyê ye."

AFP`ê jî ragihand ku şevê din jî sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres her du êrîş şermezar kirin û hişyarî da ku cîhan nikare aloziya mezin li herêma bendavê tehemûl bike.

(jo)


Mijarên Din