Pompeo wê bi wezîrên karên derve yên Ermenistan û Azerbêcanê re bicive

Hate zanîn ku dê bi navbeynkariya wezîrê karên derve yê DYA’yê Pompeo civînek di navbera wezîrê karên derve yê Ermenistanê û yê Azerbêcanê de çêbe da ku rewşa rageşiyê li Qerebaxê nîqaş bikin.

Tê payîn ku wezîrê karên derve yê Ermenistanê û yê Azerbêcanê bi awayekî cuda roja înê li Washingtonê bi Mike Pompeo re bicivin.

Li gorî belgeyên hikumeta DYA’yê yên ku ji hêla rojnameya America Politico ve hatine weşandin, Pompeo destpêkê wê bi wezîrê karên derve yê Azerbêcanê Jihon Bayramov re bicive û piştre bi hempêşiya wî yê Ermenistanê Zahrab Manatsakyan re bicive.

 


Mijarên Din