Pompeo: Welatê me di şerê li dijî DAIŞ‘ê de berdewam e

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ruxmî biryara Trump a vekişandinê, lê welatê wî dê hemeleya li dijî DAIŞ'ê li Sûriyê bidomîne.  Pompeo teqez kir ku Washington piştgiriya Qahîre dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di kongreyek çapemeniyê de bi hempîşeyê xwe yê Misirê Samih Şukirî re li Qahîre got, serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku hêzên Amrîkayê ji Sûriyê vekişîne û got: "Em ê wisa bikin.. em difikirin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin lê di heman demê de hemleya me li dijî DAIŞ'ê berdewam e."

Pempo wiha domand: "Serok Trump di mijara tehîda DAIŞ'ê  de diyarker bû. DAIŞê hîna jî li gelek dewletan heye, ruxmî ku me wî bi rêjeya ji sedî 99 tune kiriye."

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Misirê destnîşan kir ku karînên DAIŞ'ê gelek paşde çûne û wiha pê de çû: "Tûreya terorê hîna jî di nav me de ne. Me ew tişt li gelek dewletan mîna Sûriyê, Lîbya û heta rojavayê Afrîkyayê dît. Ev ji bo me hemûyan tehdîdeke û em di tunekirina wî de bi iasrar in."

Girêdayî hevkariya di navbera her du welatan de Pompeo got: "Misir guhertinên pêwîst di warên aborî û enerjiyê de pêk aniye. Trump wê hertim hevkarê herî baş a Misirê û dewletên din ên herêmê be. DAY'ê dê piştgiriya Misirê di şerê terorê de bidomîne."

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya gera xwe li Rojhilata Navîn de  ku roja sêşemê ji Urdinê dest pê kiribû, vî sibehê li li koşka serokatî ya Qahîra bi hempîşeyê xwe yê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re hevdîtin kir.

(şx)


Mijarên Din