Pîrî: Tirkiye hewl dide demografiya herêmê biguhere

Mudirê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya herêma “ewle” demografiya herêmê biguhere û wiha got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe girtiye û eger Tirkiyê karîba êrîş bikira wê ji destpêkê ve êrîş kiriba. Lê ew li peymanekê bi Washingtonê re digere. Eger Washington rê bide Tirkiyê da ku êrîş bike, dê rola wê di Sûriyê de bi dawî bibe.”

Hemû pirsa hewldanên Tirkiyê ji herêma “ewle” û helwestên navdewletî û herêmî ji gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Serokkomarê dewleta dagirker Receb Tayyîp Erdogan careke din gefa êrîşan li herêmê xwar. Ji bo naskirina rûdanan, mudirê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî ji ajansa me  re axivî.

Kadar Pîrî di destpêkê axaftina xwe de diyar kir ku dema qala herêma “ewle” tê kirin, mirov dikare bêje ku herêm bi xwe ewle ye û wiha got: “Tişta ku herêmê tehdit dike gefên Tirkiyê ne.”

Pîrî destnîşan kir ku navaroka daxwaza Tirkiyê ji herêma “ewle”, guhertina demografiya herêmê ye û wiha pê de çû: “Tirkiyê yekser bi artêşa xwe tevî çeteyên xwe yên Sûrî, Efrîn dagir kir û dest bi pêkanîna guhertina demografiya herêmê kir. Ji ber ku Tirkiye di siyasetên xwe yên li Sûriyê de bibin ket. Herêmên Kurdan ji hev qut kirin û êdî armanca wê ya sereke bû tunekirina Kurdan. Projeya Kurdan, pêkhateya demokratîk, ya nûjen û di tevahiya Rojhilata Navîn de istisna ye. Dîktatorî ji demokrasiyê ditirsin û rejîma Tirkiyê armanca wê têkbirina vê projeyê ye.”

Pîrî wiha domand: "Tirkiye bê erêkirina Rûsya û Emerîka nikare bi awayekî leşkerî destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Dibe ku Rûsya heta niha erê kiribe, ji ber ku Tirkiyê gelek çeteyên xwe firotin Rûsyayê. Lê Emerîka qebûl nake. Bi texmîna min Tirkiye erêkirina Emerîka bi dest naxe. Ji ber ku rewşa Tirkiyê di lihevkirinên xwe yên nû de aliyê Emerîkî ditirsîne. Helbet Emerîka li berjewendiyên xwe digere û niha berjewendiyên wê li gorî yên gelên herêmê ne. Ji ber ku eger Emerîka rê bide Tirkiyê ku destwerdana Rojhilatê Firatê û Rojava  bike, ev tê wateya ku rola Emerîka li Sûriyê bi dawî bûye. Em hemû dizanin ku Sûriye bûye nuqteya siyaset û lihevkirinên navdewletî. Ji wê zêdetir nakokiyek di navbera dewletên destwerdekarên Sûriyê de heye."

‘Ji bilî xiyanetê tu wesfek wan tune ye’

Girêdayî propexandeya Tirkiyê li ser lihevkirina wê bi aliyên Kurd re Pîrî got: "Ew kesên ku îdia dikin Kurd in, ji bilî xiyanetê tu wesfek din a wan tune ye. Dixwazin sînaroyaya Efrînê dubare bikin, wan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê kirin."

Pîrî got: "Destkeftiyên ku li herêmê hatine bidestxistin, cihên xwe girtine. Ji ber ku êdî bûne nêrînek navdewletî ku ew nimuneya herî guncew e ji herêmê re. Dibe ku ev nimune bibe çareseriya aloziya Sûriyê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn."

Kadar Pîrî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger Tirkiyê dikarî derbasî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibûya, wê beriya rojan û mehan derbas bibûya. Tevahiya nîşaneyan destnîşan dikin ku Tirkiyê nikare derbas bibe."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din