Prof. Andrej Grubacic: Lêgerîna min li Rojava bi encam bû

Endamê şandeya rojavayî Prof. Andrej Grubacic tekildarî dîtina sîstema herêmê, diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşek pratîkî ye û got: “Em mirovên derve heyranê vê projeyê ne û xwe perçeyek ji vê projeyê dibînin. Me siberoja xwe li vir nas kir. Min lêgerînên xwe li Rojava bi encam kir.”

Şandeya ku ji 18 rojnameger, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropayê û DYE`yê pêk dihat beriya hefteyêkê serdana Rojavayê Kurdistanê kirin. Şande li ser esasê tecrûbeyên Rêveberiya Xweser, destkeftiyên ku piştî şoreşê bi dest ketine, pêşketinên li herêmê rû didin, bi taybet derheqê zanist, rêveberî û destkeftiyên ku jinan di şoreşê de bi dest xistine de, bişopînin hatine Rojavayê Kurdistanê. Şande di nav hefteyêkê de gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, zaningeh ziyaret kirin. Her wiha li Zaningeha Rojava li ser mijarên zanista civakî, jineolojî, zayenda civakî û cureyên berxwedanan, sînema û tendûristî semîner dan.

Şande gera xwe ya Rojavayê Kurdistanê bi îmzekirina hevpeymana xuşik û biratî û ya di navbera zaningeha Kalîforniya û zaningeha Rojava, Akademiya Mezopotamya de, bi dawî kir.

Andrej Grubacic, Profesorê beşê Antropolojiyê yê Zanîgeha Kalîforniya yê ku eslê xwe ji Yugoslavya ye, di nav şandeyê de cîh digirt çavderiyên xwe yên ji Rojavayê Kurdistanê ji me re parve kir.  Grubacic got: “Tiştên ku min li Rojava dît ne teoriya şoreşê, pêkanîna şoreşê bû.”

Grubacic tekildarî hatina xwe ya Rojava dibejê: “Ji bo ez nêzde sîstema Rojavayê Kurdistanê û sîstema perwerdeyê nasbikim, ez bi şandeyekê re hatin Rojava. Min ev şoreşê gelek bi baldarî dişiopand. Lê  dîtin gelek cûda bû. Li her derekî êşek heye, lê ev êş bi hevparî tê pêçandin. Ev gelek bi wate û bi bandor e.”

‘Ya ku ez lê digeriyam fikrê Ocalan bû’

Li cîhan gelek kes ji fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor dibin. Grubacic jî yek ji wan kesana ye ku bi xwendina pirtûka Azadiya Sosyolojî (Özgürlük Sosyalojisi) gelek bandor dibe û dibêje: “Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de her behsa avakirina Netewa Demokratîk dike. Abdullah Ocalan ji bo hemû mirovahî  bihevre bijîn, têdikoşe. Dema ku min ev xwend min got temam ya ku ez lê digerim ev e.”

‘Min li ti cihê din sîstemek wiha demokratîk nedît’

Grubacic tekîldarî projeya Netewa Demokratik a li Rojavayê Kurdistanê  tê meşandin wiha got: “Ez xwe wek parçeyek vê şoreşê dibînim. Hemû kes di nav hevdû de dijîn. Perçekirin yan jî cûdakirin tine ye. Min li ti cihê din sîstemek ewqas demokrat û ji xwe bawer nedît. Ez ji projeya Netewa Demokratîk îlham digrim. Li Rojava demokrasiyeke yekser heye.  Civaka herêmê ji jêr vê tê avakirin. Ez bi fikrê Ocalan re hemfikirim û ev projeya li Rojavayê Kurdistanê pêş dikeve dikare ji Rojhilata Navîn re bibe modelek nû. Yekeyên konfederal dikare ji cihanê giştî re bibe mînak.”

‘Min siberoja xwe li vir dît’

Grubacic diyar kir ku gelek welatên cîhanê ji vê projeya Netewa Demokratîk bi bandor bûne û got: “Em mirovên derve heyranê vê projeyê ne. Em xwe wek perçeyek ji vê projeyê dibînin. Me siberoja xwe li vir dît. Min lêgerînên xwe li Rojava bi encam kir. Tiştên ku min li Rojava dît ne teoriya şoreşê, pêkanîna şoreşê bû. Şer ji bo avakirinê ne riya raste, ez hevî dikim gef û êrîşên li dijî herêman jî bi dawî bibin.”

Di dawiyê de Grubacic ji bo dîtina Rojava û ji nêz ve nasîna sîstemê keyfxweşiya xwe anî ziman û got: “Em ê projeya Rojava bi herkesî re parve bikin. Li Balkanan ku cihê berê yê Yugoslavya lê bû, divê ev proje mînak bê girtin. Ji ber li Balkanan gelek pêkhate di nav hev de ne, ev modela Rojava dikare li vir bi kêrhatî be.”

ANHA 


Mijarên Din