Projeya bajarê pîşeyî li Girkê Legê li ber pêkanînê ye

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê xebatên xwe di projeya bajarê pîşeyî ya nû didomîne. Berpirs diyar dikin ku ji ber ku dereng erda ku ji projeyê re guncew e bi dest xistine, proje dereng maye.

Li gorî plana kevn a Şaredariya Girkê Legê, herêma pîşeyî li rojavayê bajêr li bakurê rêya giştî û li navenda taxan e, ev yek jî dibe sedema aciziya şêniyan, her wiha herêma pîşeyî êdî cih tê de nemaye ku bêhtir xebatên pîşeyî li bajêr pêk bînin.

Li ser banga pîşesazan, şaredariyê bi hevkariya meclis û sandîkeyên pîşesazan mijara derxistina bajarê pîşeyî li dervayî bajêr, lêkolîn kir.

Piştî lêkolîn û veguhestina projeyê ji desteya şaredariyan a herêma Cizîrê re û erêkirina wê, şardariyê ji sala 2015`an ve dest bi pêkanîna projeyê kir, lê ji bo pêkanîna projeyê gelek astengî derketin û jê jî peydakirina erda guncew a ji bo avakirina bajarê pîşeyî.

Şaredariya Gel parçeyek zevî dervayî bajarê Girkê Legê kirî, da ku bibe cihê projeya bajarê pîşeyî, proje di navbera navenda navçeyê û gundê Girziyarat Çolî rojhilatê Girkê Legê ye û berfirehiya wê 23 hezar metre çargoşe ye.

Proje ji 281 dikanan pêk tê, li ser 9 beşan bi berfirehiya 20 metre çargoşe ji her dikanekê re hatiye belavkirin. Plansaziya lêkirina wê ji aliyê pîşesazên pispor ve hate danîn,  şebekeyên binesaziyê ji kanalîzsyonan, ava vexwarinê, kehrebe, şebekên telefonan, enternêt û kolandina bîrekê hate çêkirin.

Dikanên pîşeyî li ser pêşesazên li navçeya Girkê Legê belav in û xwediyên dikanan bi awayekî qestan heqê wê didin û ev yek jî li gorî rêziknameya hundirîn e.

Li gorî beşa pîşeyî di Şaredariya Gel a Girkê Legê ku 2 beş ava kirin û tê payîn ku 2 beşên din heta dawiya salê bidawî bibe, her beşek 30 dikanên bazirganiyê ne.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din