Projeya baxçeyên sergirtî heftane 5 ton zebze berhem dide

Projeya baxçeyên sergirtî ya li Girkê Legê heftane derdora 5 ton zebze derdixe bazaran, bi vê re pêwîstiya şêniyan derdixe û derfetên kar peyda dike.

Projeya baxçeyên sergirtî "Malên plastîkî" ya li Girkê Legê di Çileya 2014‘an bi armanca pêşxistina berhemên xwecehî û avakirina rêgeza xwetêrkirin hate avakirin.

Proje ji 60 holên çandiniyê li ser firehiyeke qasî 37 donim pêk tê. Ev sala 7‘in li pey hev ev proje didome, ku gelek cûre zebze wekî bacanê reş, xiyar, dolme, pîvaz, beqle, kundir, bamiya û beqdûnis têne çandin.

Endizyara çandiniyê Mizgîn Hesen ku di projeyê de dixebite bi bîr xist ku berhemê sala borî ya projeyê 40 ton xiyar, 20 ton baçenê reş bû, berhem derxistin bazarên Girkê Legê.

Ji ber gelek sedeman, yek jê daketina nirxê lîreyên Sûrî li hemberî dolar buhayê madeyên xwarinê bilind kir. Di vir de girîngiya projeyên xwecehî derdikeve pêş.

Beriya çend rojan berhemê zebzeyan daketin bazaran. Li gorî berpirsan, berhem heftane 5 tonan derdixe. Tê texmînkirin ku bi destpêka derxistina berhemê bacan re piştî derdora du hefteyan berhemên projeyê zêde bibe.

Berhem bi buhayek kêm tên firotina bazirganên zebzeyan ên navçeya Girkê Legê.

 Di heman demê de proje derfetên kar ji şêniyan re peyda dike. Di vê projeyê de 3 malbatên koçber ên ji Dêrazorê dixebitin. Her wiha derdora 20 karker di dema mewsimê hilbirînê de di vê projeyê de kar dikin.

Mizgîn Hesen diyar kir ku ew ê rûberê projeyê berfirhe bikin û cûreyên din ên zebzeyan mîna petat zêde bikin.

ANHA


Mijarên Din