Projeya Cibseyê dest bi dayîna kehrebeyê kir

Desteya Enerjiyê piştî bikaranîna turbîna yekemîn li stasyona Cibse bi rêjeya 6 saetan ji her beşek ji navenda navçe û gundewarên wê re dest bi dayîna enerjiyê ji navenda navçeya Şadadê û hejmarek ji gundewarên wê re kir, her wiha li ser turbîna duyemîn jî dixebite.

Projeya dayîna kehrebeyê ku Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê bi rêya turbînên gazê yên li Cibse dest pê kiriye, lêçûna projeyê jî zêdetirî 60 milyon dolarî ye û têkildarî birêvebirina kar û xebatê xwe spartin pisporên li herêmê.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha projeya herî mezin ev proje ye û ew ê kehrebeyê bide herêma başûrê Hesekê heta bi bajarokê Merkedayê.

Karîna enerjiya vê stasyonê 30 MW, xwedan 3 enefeyan e û her yek 10 MW, li gel vê yekê ew ê ev enefe bi transên sereke û 66 KW û ji wir jî dê bi stasyona sereke ya Şadadê û Mezreya Holê ve werin girêdan da ku bi rêya van têlan kehrebeyê li xelkê belav bikin.

Roja yekşemê saet di 3`yê nîvro de Desteya Enerjiyê kehrebe ji stasyona Çibisa û enefeke 6 MW dan bajarê Şedadê û gundewarên wê.

Bernameya dayîna kehrebeyê bi vî awayî ye; bajêr ji saet 5 heta 7’an, gundewarên bakur ji 8’ê êvarê heta 12’yê şevê, gundewarên başûr ji 12’ê şevê heta 6’ê sibê û paşê turbîn bi destan hatin vemirandin da ku bi hev ve werin girêdan û paşê bi awayekî fermî bixebitin.

Xebatkarên projeyê da zanîn heke her sê turbîn bi hev re bixebitin ew ê kehrebe ji 18 saetan heta 20 saetan bidin.

Hevseroka Saziya Enerjî û Kehrebeyê ya navçeya Şedadê Duha Teraf got ji bo stasyon baş bixebite, werşe hewl didin turbîna duyemîn bi ya yekemîn ve girê bidin, her wiha tê payîn ku îro bi dawî bibe û saziya enerjiyê derdora 5’ê êvarî bi tamamî dest bi kar û xebatê bike.

Turbînên kehrebeyê û trans dê kehrebeyê bidin navçeya Şedadê û zêdetirî 500 gundewarên wê û ev jî gund ji Erîşa heta bi Merkeda, Deşîşa û heta bi sînorê Iraqê ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din