Projeya Dîcle; li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji projeyeke destpêkî ber bi projeyeke nimûne ve

Projeya Dîcle ya xwedîkirina çêlan li gundê Zixat ê girêdayî navçeya Dêrikê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke tekane ye û beşeke pêwîstiya herêmê ji şîr, mast û penîr peyda dike.

Projeya Dîcle ya xwedîkirina çêlan (çêlek) ji hêla Saziya Çandinî û Xwedîkirina Sewalan ve ya girêdayî Navenda Geşepêdana Aborî ya Dêrikê ve hate lidarxistin. Destpêkê projeyeke biçûk a xwedîkirina çêlan bû. Lê piştre fireh bû û êdî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye projeyeke nimûne.

Di projeyê de 6 axûrên taybet ên çêlên berhemdar û golikan hene.

Di Projeya Dîcle de derdora 500 serî çêl hene. Piştî firehkirina projeyê, 400 serî pez jî lê hatin zêdekirin.

Projeyê derferên kar ji gelek malbatan re peyda kirin. Di vê dawiyê de derfetên kar ji bo koçberên ku neçar mane ji warên xwe koçber bibin, peyda kir. Piraniya wan ji herêmên Serêkaniyê ne. Di projeyê de 12 malbat kar dikin.

Projeya Dîcle rojane derdora tonek û nîv şîr hildiberîne. Ew hilberîn ji sûkan re tê şandin. Tevî wê jî beşek ji bo çêkirina mast û penîr tê veqetandin.

Karkerên projeyê, ji saetên sibehê ve dest bi karê xwe dikin. Hinek çêlan bi rêya amûrên pispor didoşin. Ev amûr rojane têne pakkirin. Hinek din jî êm amade dikin. Hinek karker rojane amûr û axûrên çêlan paqij dikin. Li gel vê ya balkêş di projeyê de karê hevpar a di navbera karkeran û berpirsên projeyê de ye.

Rojane beyterî çavdêriya çêlan din û eleqedariya tenduristiyê ya pêwîst jê re pêşkêş dikin.

Berpirsên projeyê hewl didin bi vê projeyê rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin. Beşek ji axa projeyê jî ji bo çandina garis, nefel û ceh hatiye diyarkirin da ku êma pêwîst ji bo çêlan peyda bibe.

Berpirsê projeyê Ciwan Sîd der barê mijarê de got: "Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev projeya ya yekemîn e. Tevahiya pêdiviyên wê bi rêya kedên karker û berpirsên wê têne peydakirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din