Projeya `Em dixwazin wê ronî bikin` nîvê kolanên Reqayê ronî kir

Beşa Ronîkirinê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê zêdetirî nîvê bajêr ronî kir. Ji kolanên sereke destpê kir piştre dest bi ronîkirina taxên bajêr kir.

Beşa Ronîkirin a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê bi projeya ‘Em dixwazin wê ronî bikin’ armanc dike ku tevahiya tax û kolanên bajarê Reqayê ronî bike.

Proje bi dirûşmeya `Em dixwazin wê ronî bikin` ji navîna sala 2018`an ve destpê kiriye. Di wê demê de Beşa Ronîkirinê piraniya kolanên sereke û sûkên bajêr ronî kirin.

Qonaxa yekemîn a projeyê ji rêya 2 km a ku ji pira kevin destpê dike û di El-Saa de li navenda bajêr bidawî dibe, destpê kir. Ji wir ber bi rojava ve aliyê nexweşxaneya Zarokan. Stûnên zirar dîtine bi stûnên nû hatin guhertin. Piştre amûrên nû yên ronîkirinê hatin bicihkirin.

Di qonaxa duyemîn de projeye ji rêya 8km a ji Bab Bexda li rojavayê bajêr destpê dike. Ji wir ber bi kolana Hîşam Bin Ebdulmelik heta çarxerêya Itfaiye li navenda bajêr. Ji Bab Bexda heta selexaneya beledî li başûr bajrê. Projeya ronîkirina kolana di navbera Bab Bexda heta dibistana Hitîn li rex projeya ronîkirina rêya Mişleb ji Bab Bexda heta taxa Mişleb li rojavayê bajêr.

Şewax El-Salal karmendê Beşa Ronîkirinê diyar kir ku di qonaxa bê de dê herêma Kornîş a li bakurê taxa Mişleb were ronîkirin. Paşê herêma Pîşeyî ya ku di vê dawiyê de avakirina wê temam bûye, dê were ronîkirin.

El-Salal destnîşan kir ku niha kolana Muhafaza ber bi nexweşxaneya Mişhedanî ta çarxerêya Qada Aazdî (El-Neîm) tê ronîkirin.

Girêdayî amûrên hatine bicihkirin El-Salal got: “Heta niha di projeyên berê de 796 amûrên ronîkirinê tevî 558 amûrên din ku bi desteka Komîteya Hundirîn li Reqayê li kolanên dora bajêr mîna Kornîş başûr ji pira kevin heta selexaneyê, Kornîş rojava û Kornîş bakur hatin bicihkirin.”

Di dawiyê de El-Salal got, projeya ronîkirina bajêr bi rêjeya ji sedî 50 temam bûye û xebat heta ronîkirina tevahiya kolanên bajêr dê bidomin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din