Projeya Gerînendeya Şûnwaran a çandina 2 hezar û 650 dar li dora keleha Necim

Gerînendeya Şûnwaran a bajarê Minbicê û gundewarê wê projeya çandina daran li dora Keleha Necim a ku ji Gulana 2018`an ve pêşkêş kiriye didomîne.

Gerînendeya Şûnwaran a bajarê Minbicê û gundewarê wê piştî nirxandina gelek projeyan girêdayî  Keleha Necim di demek berê de, dest bi pêkanîna gelek projeyan kir jê çandina daran li dora kelehê.

Gerînendeya Çandiniyê ji ber ku keleh xwedî dîrokek girîng e û bi armanca ku keleh bibe mqeseda turîzman û şêniyan û rûberên kesk zêde bike, hewl dide 2 hezar û 650 dar ji cureyên cuda ji merx, kîna û gelek cureyên din li dora kelehê biçîne.

Pisporê şûnwaran ê Gerînendeya Şûnwaran Ebdulwehab Şêxo got gerînendeyê gelek projeyên mîna ronîkirina kelehê, çêkirina tebloyên pênesekirina beşên kelehê û qatên ku jê pêk tê dinirxîne.

Keleha Necim; kelehek dîrokî ye û dikeve aliyê rojhilatê bajarê Minbicê bi 30 km û li herêmek berhemdar li jorî girekî nêzî çemê Firatê hatiye avakirin. Keleh bi salan wekî nuqteyekê derbasbûnê li ser rêya Heleb- Heran û Mezopotamyayê dihat naskirinê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din