Projeya hingaran a Kampa Newroz di mewsima yekemîn de bi ser dikeve

Projeyan çandina sebzeyan di hingaran de li Kampa Newroz a Dêrikê bi awayekî balkêş bi ser ketiye. Rêveberiya kampê hewl dide projeyê berfireh bike û hilberînê zêde bike.

Ji ber berhemdariya axa zeviyên herêma Cizîrê piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin, mîna beqle û sebzeyan. Bi Şoreşa Rojava re warê çandiniyê bi awayekî balkêş bi ser ket bi taybet di warê çandiniya di hingaran de.

Ji ber peydabûna rûbarên berfireh ji zeviyên çandiniyê û ava avdanê di nav Kampa Newroz de, Rêveberiya Kampê bi însiyatîfa projeya çandina sebzeyan di hingaran de rabû.  Ji bo wê rêveberiyê hektarek zevî wek tecrubeya destpêkê diyar kir. Her wiha kesên pispor di vî warî de ji şêniyan çavdêriya projeyê dikin.

Proje ji 4 hingaran pêk tê û bi tevahiya amûran hatiye amadekirin. Her wiha sebzeyên mîna bacanasor, îsot, dolme û xiyar tê de hatine çandin. Hingar bi riya bîrên di nav kampê de têne avdan.

Li gorî çavdêrên projeyê, proje bi awayekî balkêş di mewsima çandiniyê ya yekemîn de bi ser ketiye.

Proje niha hewcedariya Kampa Newroz ji hejmarek ji cureyên sebzeyan peyda dike. Miqdara zêde jî ji sûka navendî ya bajarê Dêrikê re tê şandin.

Çavdêrê projeyê Ismet Mihemed diyar kir ku hilberîna hingaran ji sebzeyên xwezayî ne û bê hormon e.

Li gorî Mihemed proje wek tecrubeya yekemîn di mewisma çandiniyê de bi awayekî balkêş bi ser ketiye. Ji ber wê banga berfirehkirina projeyê kir û bal kişand ku niha amadekariya çandina sebzeyên havînê dikin.

Cotkarê bi navê Hecî Îsmaîl Etono yê ku di projeyê de dixebite, got: "Armanc ji projeyê peydakirina sebzeyan ji şêniyan re ye. Sebzeyên ku di hingaran de têne çandin xwezayî û bê hormon in. Her wiha bi rêya projeyê rêgaza xwetêrkirinê pêk tê."

Etono got hingar bi hewcedariya çavdêriyê rojane ne, ji ber wê ew rojane şitlan dişopînin da ku nexweşî û kurmikên tê de belav nebin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din