‘Projeya me ji ewlehiya kesî re xeteriyê çênake’

Serkretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef got: “Projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya ti kesî naxe xeteriyê. Lê Tirkiye bi hinceta “ewlehiya neteweyî” gefên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.”

Serkretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef di hevdîtinek li gel ajansa me de got: “Em gefên Tirkiyê yên li ser herêmê şermezar dikin. Ti bihane ji van gefan re tine ye. Ji ber projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke niştimanî ya Sûriyê ye. Her projeyek niştimanî gefan li ewlehiya neteweyî naxwe."

Ji deh rojan û vir ve dewleta dagirker a Tirk asta gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kiriye û tevgera leşkerî li sînorê li beramberî Girê Spî, Serêkaniyê  û Kobanî zêde kiriye.

Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroj a Sûriyê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Divê Erdogan ji gefxwarinên xwe paşde vegere. Em Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xema me gelên Tirk û Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî ne.”

Hevrîn Xelef di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi diyaloga bi gelê Tirkiyê re ne. Em bang dikin ku parastina ewlehiya domdar di navbera gelên Tirkiyê û Sûriyê de, pêk bê.”

Di Duşem û Sêşema borî de rayedarên Emerîkî û yên Kosalîsyona Navdewletî hevdîtin bi QSD’ê û dewleta Tirkiyê re pêk anîn.

Têkildarî encamên hevdîtinên Tirk û Emrîkî, rayedarên Tirk daxuyaniyên bi nakok dan. Her wiha wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar  diyar kir ku wan têkildarî  herêma "ewle" bi aliyê Emerîkayê re li hev kirine. Lê belê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu nerazîbûnên xwe yên li ser encamên diyalogên bi Emerîkayê re, nîşan da.

Girêdayî hema mijarê, endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mihemed Şehaze got: "Hewldana me diyaloga Sûrî -Sûrî ye. Em destwerdanên derve yan jî dagirkirina herêmên xwe red dikin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din