Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" stasyona Elok a li Serêkaniyê dagir kir, li bajarê Hesekê û gundewarên wê aloziya avê derket holê.
Li gorî gerînendeyê Projeya Stasyona Bajarokê 47'an endizyar Silêman Xelîl ev proje, projeyeke lezgîn e da ku ji ava Firatê avê bide Hesekê. Karkeran di 4`ê Çileyê de dest bi sererastkirina xetên kişandina avê kir.
Xelîl diyar kir ku binesaziya projeyê berê hebû, lê ne di xizmetê de bû û wiha gotina xwe dewam kir: "Av ji çemê Firatê digihêje stasyona navçeya Siwer a li Dêrazorê û ji wir jî diçe stasyona El-Îlewa ya nêzîkî bajarokê Mergedayê û ji wir jî digihêje stasyona Şedadê ya berê, beriya niha navê projeyê; projeya avdana gundên Hesekê.
Endizyar Silêman Xelîl destnîşan kir ku fikra xebatê ya heyî têkildarî ji nû ve sererastkirina xetên avê ye û ev gotin lê zêde kir: "Dema çeteyan herêmên başûrê Hesekê dagir kiribûn, xetên avê xerab kiribûn û niha têne sererastkirin da ku bikevin xizmetê, di heman demê de dê proje were temamkirin da ku avê bide stasyona Ezîziyê ya Hesekê."
Stasyona 47`an navgîna projeya kevn û gihandina avê ji stasyona Ezîziyê ya li Hesekê ye.
Silêman Xelîl anî ziman ku rojane dê derdora 15 hezar metrekab av bide Hesekê ku dê ji sedî 20-15 ji pêwîstiya ava bajêr dabîn bike û wiha domand: "Xebatên li stasyona nû li gorî plana hatiye diyarkirinbi rêve diçe. Li gorî vê plane depoyeke nû ya avê wê were dayîn, her wiha holeke nû ya hilmijandinê dê were avakirin. Ev hol jî depoyên avê yên erdî pêk tê, ku têra 360 mîtrekab av dike. Her wiha dê li jor jî holeke were dayîn ku têra 3 pombên avê dike, du jê sereke ne û yek yedek e."
Silêman Xelîl di dawiya gotina xwe de bi lêv kir ku karîna van hilmijan dê di saetekê de 400 metremukab be û di encamê de miqdarê ava ku bihêje hawizên avê yên li Hesekê 15 hezar metremukab e.
Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê berî du rojan di civîneke çapemeniyê de destpêkirina projeyê ragihandibû.
Tê payîn ku di dawiya meha Adara 2021`ê de proje bikeve xizmetê de.
(eh)
ANHA