​​​​​​​‘Projeya neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw e’

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan dikin ku projeya neteweya demokratîk a ku li herêmê hatiye bicihkirin, projeyek tekane ye û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê çareseriya herî guncaw e. Divê gelê Sûriyê vê nimûneyê ji xwe esas bigire.

Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya dehan bû. Li gel mudaxeleyên dewletên herêmî û navneteweyî di Sûriyê de, hişkbûna hikumeta Sûriyê di afirandina zemînekê de ji bo ku Sûriyê ji vê aloziyê derxe, tu însiyatîfên çareserkirina aloziyê tune ne. Di dema ku çavên gelê Sûriyê li rêya çareseriyeke siyasî ne ku êş û koçberiya wan bi dawî dike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkhate xwe kirin yek, xwedî li projeyeke demokratîk derketin. Ev projeya demokratîk gelekan wek nimûneyeke tekane li Rojhilata Navîn dihesibînin.

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang dikin ku ev nimûne li tevahiya Sûriyê pêk were. Ji ber ku bawer dikin ev proje mîsogera bidawîkirina aloziya Sûriyê û bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ji beşên mezin ji axa Sûriyê ye.

Leyle Mihemed endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê diyar kir ku nimûneya neteweya demokratîk serkeftina xwe îsbat kir. Jinê bi rêya vê projeyê rolek bingehîn di civakê de lîst û got: "Bi rêya vê tecrubeyê aloziya Sûriyê çareser dibe, nakokiya hatiye afirandin bi dawî dibe. Projeya neteweya demokratîk hate bicihkirin. Bi rêya wê her pêkhateyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafên xwe li gorî çand û zimanê xwe pêk tînin."

PÊKHATE DI BIN BANÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK DE BÛN YEK

Faris Şemo rûspiyek Êzidiyan li herêma Cizîrê destnîşan kir ku yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin bane neteweya demokratîk de nimûneyek rastîn a biratiyê di navbera pêkhateyan de afirand. Şemo diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Sûad El-Hisên a ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku dewletên mîsogerkar li ser hesabê gelê Sûriyê berjewendiyên xwe pêk tînin. Berovajî wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê herêmê rêgezên neteweya demokratîk ji xwe re kirin bingeh, xwe bi xwe bi rê ve birin, karîn gelek destkeftiyan bi dest bixin û herêmên xwe parastin.

Hebîb Artêş endamê Partiya Yekitiya Demokratîk diyar kir ku dewletên mîsogerkar (Tirkiyê, Îran û Rûsya) sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ne. Artêşê bal kişand ser ku projeya neteweya demokratîk tevî şertan û kêmasiyên derdikevin, li herêmê projeyeke tekane ye. Her wiha çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye û divê gelê Sûriyê pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din