‘Projeya Rêveberiya Xweser berhemên Serhildana Qamişlo ye‘

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê: Serhildana Qamişlo çirûskek ji çirûskên vejandina Kurd li Sûriyê ye û waneyek ji waneyên têkoşîna azadiyê ye. Parojeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin berhemên çirûska Serhildana Qamişlo ye.

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi wesîleya salvegera 16‘an a Serhildana Qamişlo daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

‘‘16 sal li ser Serhildana Qamişlo re derbas bû ya ku çirûska wî di 12‘ê Adara 2004‘an de vêket. Rejîma Sûriyê wê demê bi rêya hin alîgirên xwe di lîstika futbolê de ya di navbera tîmên Cîhad û Fitiewê de li stada bajarê Qamişlo fitneyek di navbera Kurd û Ereban de derxist.

Di encamê de pevçûna ku bi kevir û destan derketî yekserî veguherî serhildana kurdî ku li herêmên kurdan, her wiha Şam û Helebê belav bû. Rejîma Sûriyê hemû cûre tundî li dijî serhildanê ji kuştin, girtin û êşkencekirin bi kar anî. 35 kes şehîd bû û zêdeyî 100 jî birîndar bûn, her wiha bi hezaran hatin girtin û di girtîgehan de hatin êşkencekirin.

Rejîma Sûriyê hewl dida bi vê yekê îradeya gelê Kurd bişkîne û wê neçarî serîtewandinê bike. Sûriyan îsbat kirin ku dikarin li hember pergalên zordar bisekinin, gel xwe bi rêxistin kir û bi yek helwestê li hemberî rejîmên desthilatdar bisekinin.

Serhildana Qamişlo yek ji çirûskên vejandina Kurdî li Sûriyê ye û waneyek ji waneyên têkoşîna azadiyê ye. Em zêde nakin heger em bêjin projeya niha ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin berhemên vê çirsûkê ye. Serkeftin bê gavavêtinên pêşîn nayê, lê belê bi deriyên tecrûbeyên ku derdêlên wê giran in tê.

Tişka ku rejîma Sûriyê di sala 2004‘an li bajarê Qamişlo kir, ji 9 salan ve hewl dide dûbare bike û berhemên wê li gelemperiya Sûriyê vegerîne. Zordestî eynên ew e, feraset hîna nehatiye guhertin, hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de hîna berdewam dike. Encamên vê yekî wekî ku em dibînin: Kuştin, wêranbûn, mûdaxleyên derve, dagirkerî, binpêkirina serdestiya dewletê û tunebûnê biryarê.

Di encamên tecrûbeyan de, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb û Suryan û yên din zihniyeta rejîma Sûriyê û lîstokên wê fam kirin. Pêkhateyan dûrî fitneyên rejîmê bi hev re kar kirin û Rêveberiya Xweser a Demokratîk, saziyên wê yên demokratîk ku berdevkê hemû pêkhateyan e bêyî cûdabûn ava kirin. Her wiha hêzeke rêxistinkirî hevgirtin ava kir da ku azadiya gel û projeya demokratîk biparêze.

Em partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî lehengiya wan ditewînin, di heman demê de soz didin ku em ê şopdarên rêya wan bin ta hêviyên wan di azadî û demokrasiyê de pêk bînin.

Bi vê wesîleyê, em teqez dikin ku siyasetên zordestî, dûrxistin û înkarkirina maf û dozan tu carî nabe çareserî, lê çareserî bi rêya qebûlkirin hevdu famkirin, diyalog û naskirina mafên kesên din û dozên wan ên rewa pêkan e."

ANHA

 


Mijarên Din