‘Projeya yekitiyê dê bi beşdarbûna jinan temam bibe’

Jinên bajarê Qamişloyê got “Jin di warên siyasî û leşkerî de beşdarî rêvebirina civakê bûn. Projeya yekitiya neteweyî ya Kurdan dê bi beşdariya jinan temam bibe.”

Di dîrokê de li dijî gelê Kurd gelek komkujî pêk hatine. Ev kiryar heta roja me ya îro didomin.

Ji bo rêgirtina li ber van komkujiyan gelek însiyatîfên ji bo yekitiya neteweyî ya Kurdan hatin ragihandin. Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Ji beriya her tiştî Ocalan banga yekitiyê li hêzên Kurdan kir.

Jina bi navê Rodîn Îsa ya ji bajarê Qamişloyê li ser mijarê got: "Rêbertî li dijî êrişên ser Kurdan banga yekitiyê dike. Ji ber vê yekê berdêl çi dibe bila bibe, divê hemû aliyên Kurdistanî yekitiya xwe ava bikin da ku planên dijmin têk biçin."

Rodîn destnîşan kir ku ji bo avakirina Kurdistaneke azad yekitiya Kurdan pêwîst dike, bêyî yekitiyê dê destkeftiyên Kurdan vala biçin. Rodîn axaftina xwe wiha domand: "Dem ew dem e ku em xizmeta xwe bikin û dûrî xizmeta dijmin bikevin. Ji ber ku derfet her tim nayê, derfet îro li pêşiya me ye, divê em qezenc bikin û yekitiya xwe ava bikin."

‘BÊYÎ NÊRÎNA JINAN PROJEYA YEKITIYÊ WÊ NE TEMAM BE’

Der barê rola jinan di avakirina yekitiya Kurdan û beşdarûbna wê ji forma biryar siyasî de Rodîn ev tişt anî ziman: "Jinan karî beşdarî rêvebirina civakî bibin û cihê xwe di saziyên leşkerî û dîplomatîk de bigirin. Ji ber vê divê cih û hizûra wê di civînên bi mijara yekitiya Kurdî de hebe. Ji ber ku bêyî nêrîna jinan projeya yekitiyê wê ne temam be. Jin tê koşiyan û li ber xwe da. Mînak, Hevrîn Xelef a ku banga yekitî û aştiyê dikir, bû sembola jinên azad."

Jina bi navê Xaliya Mihemed banga avakirina yekitiya neteweyî û rûniştina li ser maseyekê dûrî berjewendiyên siyasî yên ku xizmeta dijmin dikin, li partiyên kurdî kir. Xaliya bang li aliyên siyasî û partiyên kurdî kir ku piştgiriyê bidin doza xwe, nakokiyan çareser bikin, dûrî berjewendiyên kesayetî yên teng bikevin.

Jina bi navê Felek Taha jî got yekitiya Kurdan banga hemû gel e û banga hevgirtina Kurdan kir.

ANHA


Mijarên Din