Projeyên Komîteya Çandiniyê ya Reqayê

Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê du proje ji bo sererastkirina kanalên avdanê yên Kidêran û El-Belîx da destpêkirin. Lêçûna projeyan bi 144 milyon lîreyên Sûriyê ye. Bi rêya van projeyê wê av bigihêje derdora 50 hezar hiktar zeviyên çandiniyê li gundewarên bajarê Reqayê.

Di nav projeyên ku Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê de ji bo pêşxistina warê çandiniyê danîne. Komîteyê dest bi du projeyên stratejîk kirine. Ji wan projeyan armanc dike pirsgirêkên di toreya avdanê de yên ku bûne sedema  sererast bike.

Projeya yekemîn kanala Kidêran e ( El-Kîlo Sifir) li rojavayê gundewarê Reqayê ya ku bi Geliyê El-Fêd tê naskirin. Kanal bi dirêjahiya 85 m zirar dîtiye. Tevî ku tê zanîn kanal 22 hezar hiktar zevî av dide. Komîteyê wek qonaxek yekemîn ji bo amadekirina zemîna kanalê, koland, toreyên avdanê paqij kir, beşên ji çîmento yên zirar dîtine şikand û hezimiyên çêbûne girtin. Da ku ev tê re derbas nebe.

Projeya duyemîn ew jî projeya paqijkirina kanala El-Belîx a ku ji Bendava Firatê tê bajarê Tebqayê ye. Ev kanal bi dirêjahiya 200 m zirar dîtiye. Ji ber wê av bi hêz herikî û ji rêya xwe derket. Werşeyên fenî niha hewl didin xebatên sererastkirinê bênavber berdewam bikin.

Ev her du proje ji piştgiriya warê çandiniyê û teşwîqkirina cotkaran re pir giringin. Her du proje derdora 50 hiktar zevî li rojhilat  û rojavayê gundewarê Reqayê av didin.

Li gorî rayedaran lêçûna her du projeyan bi 144 milyon lîreyên Sûriyê tê texmînkirin. Dema wê du mehan derbas nake. Tê zanîn ku proje beriya hefteyekê destpê kiriye.

Serokê beşa sererastkirinê yê Buroya Çandinî û Avdanê Mihemed El-Elî got: "Armanc ji her du projeyan ew e ku av bigihêje hejamara herî zêde ji cotkaran da  ku qada çandiniyê fireh bikin û hilberînên cihereng biçînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din