Projeyên xizmetguzariyê li Heleb û Til Hemîsê temam dibin

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê ya Helebê 2 projeyên xizmetguzariyê bi rê ve dibe, di heman demê de Komîteya Parastina Mezêxeran goştê mirîşkan ê demborî desteser kir û Şaredariya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê kolanên sereke qîr kirin.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya plansaziya xwe ya çaryeka duyemîn a îsal de kar û xebata xwe berdewam dike. Werşeyên şaredariyê gelek rêyên her du taxan sererast kirin, di heman demê de gelek rê qîr kirin.

Her wiha şaredariyê li taxê geraceke nû vekir û di vê derbarê de hevseroka şaredariyê Roşîn Mûsa axivî û got: "Armanca me ji vekirina geraceke nû ew e ku buhayekî guncaw ji rêwiyên ji Helebê ber bi herêmên Şehbayê ve were diyar bikin û erebe di nava taxê de werin diyarkirin û bi nirxekî kêm, ji ber xwedanên hin erebeyan xelkê keysbaz dikin."

'LI TAXÊ GOŞTÊ MIRÎŞKAN HATE QEDEXEKIRIN'

Komîteya Parastinê ya Mezêxeran bi hevkariya Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûdê gelek goştê mirîşkan ê demborî kontrol kirin, paşê bi armanca parastina tunduristiyê welatiyan komîteyê biryara qedexeya derbaskirina goştê mirîkan ji derveyî taxê da.

Roşîn Mûsa destnîşan kir ku piştî Qanûna Qeyser li Sûriyê pêk hat, nirxên kel û pelan buha bû, wan nixrên madeyên li bazar û dikanan tên firotin diyar kirin û bi vê yekê rê li pêşiya keysbaziya bazirganan ji welatiyan re girtin.

TIL HEMÎS

Hîn jî Şaredariya Gel a Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê projeyên îsal berdewam dike û bi armanca başkirina rewşa xizmetguzariyê ya navçeyê dest bi qîrkirina rêyên navçeyê kir û tê payîn ku îro bi dawî bike.

Hevserokê Şaredariya Gel Abdulrehman Hadî axivî û got: "Miqdara qîrê 412 metrekabik e, komeleya xêrxwaz jî 306 metrekabik pêşkêş kir û Şîrketa Zagros miqdara mayî temam kir.

Abdulrehman Hadî got proje 23yê Hezîrana derbasbûyî kete pratîkê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din