​​​​​​​Prosesa perwerdeyê ya xwendekarên Zanîngeha Rojava ya online çawa diçe?

Mamosteyên Zanîngeha Rojava di pergala perwerdeyê ya ji dûr ve (onlin) kedên mezin didin. Her wiha kêmasiyên di hefteya yekemîn de derketine hatin derbaskirin. Li aliyekî din li Şehbayê ji bo xwendekarên zanîngehê, navendên bi enternet û kehrbeyê hatin amadekirin.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava werza duyemîn a sala perwerdeyê 2019-2020`an bi rêya pergala (sîstema) xwendina ji dûr ve( online) li gorî plansaziya ku Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava ji tevahiya fakulte û beşên zanîngehê didomînin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Adarê de di çarçoveya tedbîrên hişyariyê li dijî derketina Koronavîrusê de, biryara taloqkirina dewamê di dibistan û zanîngehan de da. Piştre Rêveberiya Zanîngeha Rojava prosesa perwerdeyê di 3`yê Gulanê de ji nû ve bi rêya pergala perwerdeyê ya ji dûr(online) da destpêkirin.

 Prosesa perwerdeyê di Zanîngeha Rojava de li gorî plansazî û bernameya xwendinê ya ku ji her beşekê û fakulteyekê re hatine danîn, dimeşe. Kom li ser sepanên(application) enternetê hatin avakirin. Her komek ji 16 xwendekaran pêk tê. Tevî endamek rêveber ê/a beşê û mamosteyan ên ku asta bersivdanên xwendekaran, proje û lêkolînên pêwîst dinirxînin.

Hevserokê Paymengaha Zanistên Îdarî û Darayî(fînans) û mamosteyê babeta bîrkarî di Zanîngeha Rojava de Ebdulrehman Dawî got: "Beriya destpêkirina werza duyem, me tevahiya amadekariyên xwe li ser sepan û programên mîna zoom, telegram û classroom bidawî kirin. Kom li ser wan sepanan hatin avakirin û xwendekar lê hatin zêdekirin. Di her komekê de endamek rêveber ji zanîngehê heye."

Têkildarî çawaniya amadekirina her babetekê Dawî got: "Beriya dayîna waneyê bi du rojan, bi rêya Power point, word û pdf em waneyê amade dikin. Piştr dîmen dikişînin, bi rêya wê dîmenê em waneyê şîrove dikin û bi rêya Telegramê em ji xwendekaran re dişînin. Piştre em waneya bi rêya Zoom didin. Ger pirsên xwendekaran  hebe, em wan dibersivînin."

Dawî diyar kir ku hinek pirsgirêk derketin mîna qutbûna kehrebeyê û enternetê û wiha domand: "Lewra em di saetên êvarê de waneyan didin. Ger pirs an jî tiştek ne zelal di waneyê de hebe, wane carek din bi temamî tê şîrovekirin. Da ku agahî bi teşeya tê xwestin bigihêje xwendekaran."

LI ŞEHBAYÊ NAVENDÊN ENTERNET Ê

Têkildarî asta bersîvdana xwendekaran ji pergala xwendinê ya online, Dawî îşaretpê kir ku asta tevlibûna xwendekaran ji waneyan re baş e û got: "Di destpêkê de hinek pirsgirêk çêbûn. Xwendekar nedikarîn sepanan bi awayekî rast bikarbînin. Lê niha rewşa xwendekaran li herêmên Cizîr û Firatê baş e. Tu kêmasî tune ye. Tenê xwendekarên zanîngehê li Şehbayê ji ber qutbûna kehrebeyê û xeta enternetê ya ne baş zehmetiyan dikişînin. Ji bo derbaskirina wan pirsgirêkan me navendên bi kehrebe û enternet amadekirî, vekirin."

Subhiye Binyan xwendekara sala yekem a Paymenga Zanistên Îdarî û Darayî ye xwendina xwe di mal de bi rêya pergala online temam dike. Subhiye diyar kir ku di hefteya yekemîn de hinek zehmetî kişandin. Lê piştre ew zehmetî derbas kir.

Subhiye diyar kir ku mamoste ji bo ku agahiyê bigihînin xwendekaran kedên mezin didin û got: "Ev pergal ji min re rê vekir da ku em lêkolînan li ser enternetê çêbikin. Di dirêjahiya 24 saetan de em dikarin bigihêjin mamsoteyên xwe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din