Pîrozbahiya 8‘ê Adarê ya li Helebê bi dawî bû

Pîrozbahiya 8‘ê Adarê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi stran û dîlanan bi dawî bû.

Li Helebê, 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qada taxa Eşrefiyê bi beşdarbûna bi sedan jinan hate pîrozkirin.

Piştî axaftinan, koma Hêvî ya Zarokan dîlanên folklorî, koma Seyacîn a Stranan daketin ser dike û berhemên xwe pêşkêşî kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşger û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din