Pîrozbahiya li Girê Spî bi dawî bû

Pîrozbahiya salvegera 4‘emîn a rizgarkirina Girê Spî bi çalakiyên hunerî bi dawî bû.

Bi amadebûna bi hezaran kesî Meclisa Kantona Girê Spî li Parka Newroz pîrozbahiya salvegera 4‘emîn a rizgarkirina Girê Spî lidar xist.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Pîrozbahî pêş çend kêliyan bi stranên komên girêndayî navenda çand û hunerê ya kantona Girê Spî û Koma Botan a ji Kobanê hatî bi dawî bû.

Beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ANHA


Mijarên Din