Pêşangeha ‘Banga Şaristaniyan’ li Helebê hat vekirin

Pêşangeha ‘Banga Şaristaniyan’ a ku ji hêla Gerînenditiya Şûnwarên Herêma Efrînê hatiye organîzekirin, li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê hat lidarxistin.

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê, Gerînendetiya Şûnwaran pêşangeheke ronîdar derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser şûnwarên kantona Efrînê bi diruşma ‘Banga Şaristaniyan’ li bajarê Helebê, li dar xist. Pêşangeh li hola dibistana şehîd Alan Mihemed a taxa Şêxmeqsûdê li dar ket.

Di pêşangehê de wêneyên tevahî şûnwarên li kantona Efrînê û tevî kurteşîroveya li ser şaristaniya wê hatin pêşandan.

Pêşangeh ji hêla hevserokê Gerînendetiya Şûnwarên Efrînê Esmehan Ehmed ve hat vekirin.

Piştre axaftin hatin kirin. Endama Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Mîdya Henan axivî.

Piştî wê hevserokê Meclisa taxa Şêxmeqsûdê Valantîna Ebdo û endamê Komîteya Şûnwaran Selahedîn Sîno axivîn.

Axêveran revandina şûnwar û dizîna wê ji hêla artêşa dagirker a Tirk ve û bêdengiya navnetewî ya li hember binpêkirinên Tirkiyê, şermezar kirin.

Li pey axaftinan sînefîzyonek derheqê şûnwarên li Efrînê, dîrok û binpêkirinên bibelge, hatin pêşkêşkirin.

Dê pêşangeh 2 rojan li pey hev bê berdewamkirin. Her wiha ji saet 10’ê sibehê heya saet 15’an vekirî be. Dê sibe jî li Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bê pêşandan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din