Pêşangeha Bangewaziya Şarestaniyê di roja 3`yemîn didome

Şandeyek ji deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên sivîl ên kantonên Şehba û Efrînê serdana pêşangeha ‘Bangewaziya Şarestaniyê’ kir.

Pêşangeha Bangewaziya Şarestaniyê ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve li salona Kampa Serdem li dar dikeve, di roja 3`yemîn de didome.

Di wêneyan de kiryar û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û rûxandin û diziya şûnwarên herêmê diyar dibe.

Îro şandeyek ku ji endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl ên kantonên Şehba û Efrînê û bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê serdana pêşangehê kir.

Pêşangeh sibê bi daxuyaniya Desteya Çand û Hunerê dê bi dawî bibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din