Pêşangeha çaremîn a hunerên şêwekariyê hate vekirin

Îro sempozyuma Rojava ya duyemîn ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, bi beşdariya 77 hunermendên şêwekar hate vekirin. Tabloyên ku hatin pêşandan, têkoşîn û berxwedana gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan didin.

Îro bi boneya Roja Şehîdan Pêşangeha Hunerên Şêwekariyê ya çaremîn li ser asta Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di nava çalakiyên Sempozyoma Rojava ya Duyem a Hunerên Şêwekariyê de ye, li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate vekirin.

Pêşangeh bi beşdariya 77 hunermendên şêwekar ku kotaya jinên beşdarî çalakiyê bûne, ji sedî 43 ye, hate vekirin.

Têkildarî mijarê sempozyoma duyemîn a hunermendên şêwekar ên li Bakur û Rojavayê Sûriyê her du salan carekê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve li ser 3 qonaxan tê vekirin.

Tê zanîn ku di qonaxa yekemîn de hunermendên şêwekar tabloyên xwe li kantona Kobanê xêz kirin ku ew jî di navbera 10 û 16`ê meha Gulanê de bû û bi beşdariya 25 hunermendan hate birêvebirin. Her wiha di qonaxa duyemîn de jî pêşangeha hunermendên şêwekar bi awayekî fermî di navbera 18 û 28`ê meha Gulanê de hate vekirin ku ew jî her sal tê lidarxistin û her du salan bi xebata xwe beşdarî Sempozyoma Hunerên Şêwekariyê dibin. Herî dawî jî qonaxa sêyemîn e ku bi lidarxistina semîneran pêk tê.

Merasîma vekirina pêşangehê bi beşdariya hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talat Yûnis, serokên Desteyên Rêveber ên Xweseriya Demokratîk, hejmarek ji hunermendên şêwekar û kesên guhdanê bi hunera şêwekariyê dikin, dest pê kir.

Di merasîma vekirinê de Talat Yûnis axivî û got: "Ez vekirina pêşangehê li hemû hunermend û kesên beşdarî çalakiyê bûne, pîroz dikim."

Talat Yûnis diyar kir ku vekirina pêşangehê di Roja Şehîdan de xwedî nirxekî mezin e û wiha pê de çû: "Ev pêşangeh bi saya berhemên berxwedana şehîdên ku parastina xaka vî welatî kirine û canê xwe di oxira rûmeta gel de dane, hatiye vekirin."

Xewna xwe pêk anî

Narîn Abd yek ji jinên ku beşdarî pêşangeha çaran dibe ku cara yekem piştî sal û nîvekê dest bi sazkirina tabloyeke şêwekariyê dike. Narîn bi beşdariya xwe ji pêşangeha çaran a hunerên şêwekariyê ku li ser asta Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, serbilind e. Narîn bi 2 tabloyan beşdarî pêşangehê bûye; ya yekem têkoşîna gelê Efrînê berz dike û ya duyemîn jî bi sernavê ‘Dîlan’ di nava xemgîniyê de derbirîn dike. Narîn beşdariya xwe ji vê pêşangehê re wek pêkanîna xewna xwe dibîne û da zanîn ku hemû tabloyên wê balê dikişînin ser doza gelê Kurd.

Têkildarî mijarê hunermendê şêwekar Ekrem Zavê ku beşdarî Sempozyoma Hunerên Şêwekariyê ya yekemîn û duyemîn bûye, diyar kir ku cudahî di nav bera sempozyuma yekem û duyem de heye û wiha anî ziman: "Hejmarek ji hunermendan beşdarî çalakiya sempozyumê bûne, lê hinek ji wan di roja dawîn de vekişiyan".

Zavê  di dawiya axaftina xwe de helwesta hunermendan rexne kir û bal kişand ser pêşxistina xebata hunerên şêwekariyê.

Tê payîn ku çalakiya festîvala çarem a hunerên şêwekariyê ya ser asta Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 28`ê Gulê berdewam bike.

(eh)

ANHA

 

 


Mijarên Din