Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin

Komxebata pêşangeha "Kêliyên Berxwedanê" ya ku Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xistiye di roja duyemîn angku di roja dawî de ye.

Bi rêxistinkirina ji hêla Yekitiya Xwendekarên Demokratîk ve, pêşangeha wêneyan li Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê vebû. Di vekirina pêşangehê de şêniyên Efrîn û Şehbayê û bi dehan ji xwendekarên ku tev beşdarbûna wênexêz û peykerên xwe, beşdar bûn.

Di pêşangehê de 450 wêneyên hunerî ku ji hêla xwendekarên Efrînê hatine nexşkirin. Xwendekaran çi di angaştên wan de û tiştên di dema êrîşkirina Tirkiyê ji bombebaran, wêrankirin û koçberkirin de û hêvî û xewnên pêşerojê, di wan wênexêzan de derbirandin.

Roja duyemîn a pêşangehê saet 09:00’ê sibehê vebû. Bi coşeke mezin ji hêla şêniyan ve hate pêşwazîkirin ji ber wêneyên hatine xêzkirin rastiya talbûn û êşa dûrbûna ji war ku dagirkeriya Tirk lê ye, diyar dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din