‘Pêşangeha me ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê ye’

Tevgera Civaka Demokratîk û rewşenbîrên Helebê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê pêşengehek bi firûşmeya “Bi rengên xwe em ê tola zarokên Efrînê hilînin” orgenîze kirin.

Pêşangeh li hola civîna ya Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD)a li rojhilatê taxê û bi beşdariya bi dehan şêwekar, rewşenbîr û saziyên sivîl hate vekirin.

50 xwendekar beşdarî pêşangehê bûn û 100 tabloyên bi rengên zeytî pêşandan.

Tabloyan topbarana artêşa Tirk ji Efrînê, êş û azara zarok û şêniyên li kampan, komkujiya artêşa Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wênesazên ku şervanên YPJ`ê, xwezaya Efînê û foklora kurdî nîşan didin nîşandan.

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê şaxê Helebê Remzî Şêxmûs axivî û got: “Wênexêzî tê wateya belgekirina komkujî û binpêkirinên ku artêşa Tirk li dijî gelan û herêmê pêk anîye.”

Her wiha endama Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê û şêwekar Hela Elî got: “Me ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê pêşangeh vekiriye.”

Tê payîn ku pêşangeh sibe jî bidome.

(eh)

ANHA


Mijarên Din