Pêşangeha Pirtûkan a Herekol di roja sêyemîn de didome

Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol li bajarê Qamişlo di roja sêyemîn de bi serdana kesên ji Kurdistan û Ewropayê berdewam dike.

Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê û bi slogan "Civaka dixwîne, civaka bi pêş dikeve" di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike.

Di roja sêyem de serlêder beşdarî pêşangehê dibin û îro beşa pirtûkên zarokan ji aliyê zarok û malbatên wan ve rastî pêşwaziyeke berbiçav hat.

Pankartên bi zimanên erebî, kurdî û suryanî yên "Li pey her komeke pirtûkan kaniya zanînê heye" û "Zanîn hêz e, lewma neteweya herî lawaz neteweya ku naxwîne" hatin darvekirin.

Komîteya amadekar tekez kir ku pêşangeh ji ber pirbûna weşanxaneyan û nivîskarên, rastî eleqeyeke zêde hat. Tê zanîn ku sala derbasbûyî 33 bask hebûn, lê îsal gihaşt 43 baskan.

Şandeyên ji Başûr û Bakurê Kurdisanê, Şam û ji Fransayê serdana pêşangehê kir.

Zehra El-Alî ku yek ji serlêderên pêşangehê ye, kêfxweşiya xwe der barê vekirina pêşangehê de anî ziman û spasiya Desteya Çand û Hunerê li ser teşwîqkirina çanda xwendinê kir.

Zehra got pirtûkên ku bala wê kişandine yên girêdayî dîrok, jin, jin û îslamiyet, pirtûkên helbestan, parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên kevn ên ku cara yekem li pêşangehê hene.

Îro dê saet di 12:00`an de ji aliyê nivîskar û helbestvan Abas Îsmaîl ve semînerek der barê beşeke dîroka Kurdên yahûdî de were dayîn, her wiha saet di 18:00`an de jî der barê destanan de nîqaş werin kirin.

Komîteya amadekar diyar kir di saetên şevê de dê bi armanca teşwîqkirina çanda xwendinê, pirtûkan li zarokan belav bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din