Pêşangeha Pirtûkan a Herekol sibê dest pê dike

Sibe çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Sêyemîn a Herekol bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi beşdariya 34 sazî û weşanxaneyan dest pê dike.  

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê amadekariyên bo Mîhrîcana Sêyemîn a Herekol a Pirtûkan bi dawî kirin. Her sal di 20`ê meha Tîrmehê de wek xelatkirina rewşenbîrê Kurd Hisên Şawîş (Herekol) ku di encama qezayekê de di 20`ê Tîrmeha 2016`an şehîd bûbû, tê lidarxistin.

Mîhrîcana Herekol a sêyemîn li bajarê Qamişlo, li Hola Zana bi slogan "Civaka dixwîne… civaka bi pêş dikeve" tê lidarxistin.Tê payîn ku mîhrîcan 5 rojan dewam bike û bernameya çalakiyê ji pêşandana pirtûkan, gelek bernameyên wekî semînerên çandî, panel û diyalogên der barê rewşa çandî de pêk tê.

Pêşangeh bi beşdariya 34 weşanxaneyan, yekitî û komîteyên çandê di gel nivîskar û rewşenbîrên serbixwe tê vekirin. Sazî û dezgehên ku beşdarî pêşangehê bûne jî ev in: Weşanxaneya Avesta, Weşanxaneya Şilêr, Weşanxaneya Sîmav, Weşanxaneya Dar, Weşanxaneya Andîşeh, Weşanxaneya JJ, Dar El-Zeman, Dar El-Tekwîn, Dar Ogarêt, Dar Kenan, Dar Sefhat, pirtûkxaneya Bindarokê, pirtûkxaneya Emara, pirtûkxaneya Manîsa, pirtûkxaneya El-Zehraa, pirtûkxaneya El-Razî, pirtûkxaneya Findî, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Akademiya Civaka Demokratîk, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Suryan, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Buroya Ragihandinêya El-Cebha El-Sewriyê ya Rojhilata Navîn Rogdine Roger, Komeleya Çandî ya Suryaniyên Sûriyê, Komîteya Wejeyê ya Rojava, Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Rêya Rasteqîn.

Bernameya Pêşangeha Herekol a Sêyemîn dê 5 rojan dewam bike û ji saet 10:00’an heta 13:00`an û ji saet 17:00’an heta 21:00’an vekirî be.

Her wiha di mîhrîcanê de dê gelek pirtûk werin îmzekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din