​​​​​​​Pêşengê rizgarkirina Serêkaniyê: Ehmed Kor

Bi rizgarkirina bajarê Serêkaniyê re di sala 2012'an de dest bi têkoşînê kir, di hemû pêngavên rizgarkirinê de bê teredudu cih girt û di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê de şehîd dibe.

Îbrahîm Fewaz Nayif (Ehmed Kor) di 20'ê Sibata 1991'an de li taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li dinê vedike. Malbata wî ji 9 endaman pê tê. Malbat li gundê Til Sitêj ê Qamişlo li taxa Qidûrbek bi cih bû.

ZAROKATÎ Û TÊKOŞÎNA WÎ

Têkoşer Ehmed Kor bi exlaqê xwe yê bilind û dilnizmî û hezkirina xwe ya ji derdorê re dihat naskirin. Her tim hêz û moral dida derdorê û ji endamên malbata xwe re di her demê de heval û bira bû.

Ehmed xwendina xwe ya seretayî li dibistaneke taxê qedand, ji ber rewşa jiyanî ya ne baş a malbatê xwendin beridide û di gelek waran de kar dike.

Beriya şoreş bi du salan dest pê bike Îbrahîm tev li leşkeriya neçarî ya rejîma Sûriyê li bajarokê Risten ê Himisê dibe û bi destpêka aloziya Sûriyê re bi hin hevalên xwe re ji leşkeriyê direve û vedigere Qamişlo. Li vir Tevgera Ciwanan nas dike di demekê de ku gelê Kurd xwe bi rêxistin dike û herêman ji rejîma Sûriyê rizgar dike.

Di sala 2011'an de Îbrahîm tev li Hêzên Parastina Civakî dibe û parastina taxê dike, yek ji pêşengeên parastinê yên xeta sînor bû.

Bi damezirandina YPG'ê re di dawiya sala 2011'an de Îbrahîm cihê xwe di nav de digre.

Di dema êrişên komên çete di dawiya sala 2012'an de destpê kir de Îbrahîm yek ji şervanên destpêkê bû ku tev li pêngavê bû û bi lehengî li dijî çeteyan şer kir heta Serêkaniyê û gundên wê rizgar kirin.

HEVALÊN XWE TENÊ NEHIŞT

Ehmed Kor sala 2015'an de dizewice û kurekî wan çêdibe. Bavê wî Fewaz Nayif dibêje: "Piştî 3 sal di ser şoreşê re derbas dibe û tev li gelek pêngavan dibe min jê xwest ku bizewice, lê ji min re got, 'Ez bizewicim jî ez hevalên tenê li eniyan nahêlim, heger em bizewicin û xaka xwe bêparastin bihêlin zarokên me rehmê li me nakin. Li ser vê yekê divê em parastina xwe ji dijmin bidomînin.' Serdana wî ya ji malê re kêm bû, dema dihat serdanê jî rojekê nedima û dîsa vedigeriya."

HEVGIRTIN ME SEDEMA HEBÛNA ME YE

Birayê şehîd Îbrahîm  Fewaz, Şêxmûs Fewaz ku şervanê YPG'ê ye dibêje ew di nava birayên xwe yên Kurd de mezin bûne û fêrî zimanê Kurdî bûne, cihê serfiraziyê ye ku bi zimanê Kurdî qala birayê xwe bikin û wiha didomîne: "Îbrahîm navê hevalê xwe Ehmed Kor li xwe kir ku di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê sala 2013'an de li dijî çeteyên Cebhet El-Nusrayê şehîd bûye."

RÊXISTINA ŞERVANAN ARMANCA SEREKE YE

Şêxmûs diyar dike ku bandora birayê wî Ehmed li wî gelek hebû, şervanekî ji rêxistin û perwerdeyê hez dikir, taybetmendiyekî wî hebû ku ciwan pê bê bandor dibûn û tev li YPG'ê dibûn "Ez û birayê xwe Mihemed li gel wî beşdarî gelek pênavên li herêma Cizîrê bûN. Ne wekî bira lê wekî şervan li me dinerî û di erka de tu cudahî nedixist navbera me û şervanên din."

DI RÊYA WÎ DE TEVLÊ BÛM

Mihemed wiha didomîne: " Em her çar bira Mihemed, Selah, Şêxmûs û xuşka me Awaz bi têkoşîna şehîd Ehmed bandor bûn û tev li refên şoreşê bûn."

JI PERWERDEDEYÊ TÊR NEDIBÛ

Birayê şehîd Ehmed, Şêxmûs Fewaz tîne ziman ku Ehmed ji perwerdeyan aciz nedibû ne diwestiya û wiha didomîne "Tev li perwedeyên li akademiya Şehîd Birûsk li gundê Mêlebiya ya Hesekê, Akademiya Şehîd Zekeriya ya li Çiyayê Kezwana, perwedeyên leşkerî û bîrdozî li gundê Sebah El-Xêr a Hesekê, fakulteya leşkerî ya Şehîd Xebat Dêrik û perwedeyên Hêzên Taybet ên QSD'ê li Hesekê dibe."

ŞERÊ DAIŞ'Ê KIR HETA TINE KIRIN

Şêxmûs diyar dike ku bi dijwariya êrişên Ii ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Ehmed û hevalên xwe şerê DAIŞ'ê kirin bi hezaran sivîl li Reqa, Dêrazor, Minbic û Dêrazorê ji pençên çeteyan rizgar kirin.

PIŞTÎ RIZGARKIRINA DÊRAZORÊ SOZA XWE LI HEMBERÎ GEFÊN TIRKIYÊ DÛBARE KIR

Bavê şehîd Ehmed, Fewaz Nayif dibêje, piştî rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê ew bi serdana Ehmed a ji malbatê re matmayî mane ku piştî mehan serdan nekirbû û wiha pê de diçe: "Piştî çend mehan serdana malbatê kir, li kurê xwe nêrî û got' hîna xeterî heye, soz didim ku ez ê li gel hevalên xwe têkoşînê bidomînin heta serkeftinê pêk bînin û bi ewle li ser xaka xwe ya bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bijîn."

'EM BUHISTEK JI XAKA XWE BERNADIN'

Hevalê şehîd Ehmed Kor,  Zahir Ecal ê ji gundê Etşan ê Tirbespiyê bi rêya birayên şehîd Ehmed tev li QSD'ê dibe bîranînên xwe yên bi şehîd re wiha bi bîr dixe: "Sala 2017'an di pêngava rizgarkirina Tebqayê de min şehîd Ehmed nas kir. Şehîd Ehmed ez fêrî rihê hevaltiyê û çawa moral bidin şervanan kirim, digot em buhistekê ji xaka xwe bernadin û parastina xelkê xwe ji komên terorîst bidomînin."

'JI HEVALÊN XWE RE WEFEDAR BE Û TESLÎM NEBE'

Xuşika şehîd Ehmed şervana YPJ'ê Awaz Qamişlo tîne ziman ku ew jî bi birayên xwe re bi bandor dibe û di sala 2017'an de di pêngava Reqayê de tev li YPJ'ê dibe û wiha didomîne: "Divê em ji hevalên xwe yên jin re wefedar bin. Li ser vê yekê me hemûyan biryara tevlêbûnê da da ku xeta şehîdên xwe bişopînin, em ti carî teslîmkariyê qebûl nakin."

KURÊ XWE YÊN NÛ NEDÎT

Ehmed 5 mehan beriya ku şehîd bikeve kurekî wî yê din çêdibe, ji ber ku tev li perwerdeyên Hêzên Taybet ên QSD'ê bû, nikarî kurê xwe bibîne.

Ji pêşengên rizgarkirina Serêkaniyê bû û di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû

Ehmed Kor ê ku têkoşîna xwe li dijî çeteyên Cebhet El-Nusrayê li Serêkaniyê destpê dike, bi êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku di 9'ê Cotmehê de destpê kir de dîsa berê xwe dide Serêkaniyê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şer dike.

Ehmed di 9'ê Cotmeha 2019'an de li Til Helefê ya Serêkaniyê di encama êrişa hawayî ya balafirên dagirkeriya Tirk de tev li kerwanê şehîdên Berxwedana Rûmetê dibe. Ji bo şehadeta wî merasîmeke xiyanî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo de tê lidarxistin.

Bavê şehîd Ehmed, Fewaz diyar dike ku ew bi herpênc zarokên xwe yên şervan serbilind e "Ev nesîbê min e ku zarokên min ji bo welat û parastina gelê xwe xwe feda bikin da ku bi birayên xwe Kurd û Suryan li ser vê axê bi azad bijîn."

Hemû endamên malbata şehîd Ehmed Kor soz da ku ew ê xeta berxwedanê bidomînin û kêliyekê ji parastina xaka xwe gav paşde navêjin.

ANHA


Mijarên Din