Pêşengeha cil û bergên folklorîk di roja 3`yan de didome

Ehmed El-Şît di roja duyemîn a pêşangeha cilên folklorîk de ku li bajarê Hesekê li dar dikeve, diyar kir ku serfiraziya bi nasnameyê tê wateya serfiraziya tiştên girêdayî kevneşopan û destnîşan kir ku divê mirov bi nasname û cil û bergên xwe serbilind be.

Pêşengeha salane ya cil û bergên folklorîk li kantona Hesekê di roja xwe ya 3`yemîn de didome. Pêşangeh li Salona Erd Ehlam (Xaka Xeunan) a li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar dikeve.

Pêşangeh bi dirûşma "Dengê berê û qirika niha" bi armanca parastina şûnwarên herêmê yên girêdayî cilên gelêrî yên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin.

Roja yekemîn ya pêşangehê ji bo cilên gelêrî yên kurdî hatibû diyarkirin, roja duyemîn ji bo cilên pêkhateyên Ereb û îro jî dê cilên pêkhateyên Suryan werin pêşandan.

Di pêşangehê de semîner der barê girîngiya parastina cilên gelêrî û serbilindiya bi wan de hat dayîn. Berdevkê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Ehmed El-Şît semînerek da. Ehmed El-Şît di semînerê de wiha anî ziman: "Serbilindiya bi nasnameyê tê wateya serbilindahiya bi cil û bergan û kevneşopên girêdayî wê. Têrê nake ku mirov bi nasnameya xwe serbilind be. Divê mirov bi cil û urf û adatên xwe jî serbilind be." 

Di roja duyemîn a pêşangehê de nivîskar û lêkolîner Salih Heydo stranên folklorîk ên kurdî gotin.

Pêşangeh di roja xwe ya 3`yemîn de didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din