Pêşengeha Herekol bi semînera şervaneke YPJ`ê berdewam dike

Di roja pêncemîn a Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol de şervaneke YPJ`ê semînerek girêdayî xweparastinê û jinê, da.

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê, bi dirûşmeya `Civak dixwîne civak pêş dikeve` Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol di 20`ê Tîrmehê de destpê kir.

Îro di pêşengehê de şervana YPJ`ê Sozdar Qamişlo semînerek girêdayî `Xweparastin û jinê` da.

Sozdar Qamişlo xweparastin pênase kir û diyar kir ku ew reftariyek xwezayî ya li hember xeteriyan a li gel hemû zindiyan e. Ji ber wê xweparastin ji mirovan re daxwazek xwezayî ye, ji ber ku ew hebûna wan misoger dike.

Sozdar destnîşan kir ku piştî komploya navdewletî ya li dijî Rêvberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêkolînan eşkere kir ku xweparastin daxwazek gelêrî ye, ji ber ku dewlet hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin, yek ziman, yek nasname û yek al ferz bikin.

Têkildarî warê jinê Sozdar ev tişt anî ziman: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca ku jin azadiya xwe bi dest bixe û wê ji xewa kevneşopiyên civakê û zihniyeta mêrdestiyê rake tê koşiya."

Sozdar wiha domand: "Ocalan di şoreşê de girîngî da jinê û li pêşiya wê warên berfireh vekirin. Jinê jî gelek destkeftî bi dest xistin. Jê hebûna wê di nav saziyên sivîl, leşkerî û siyasî de. Lê ev tişt li kêfa hindek mêran xwediyê zihniyeta desthilatdar nehat. Ew hizira ku jin xwedî hêz û sulte be red dikin."

Pêşengeh bi serdana mêvana berdewam e. tê payîn ku pêşengeh heta saetên ber êvarê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din