Pêşengeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ li Helebê bi dawî bû

Pêşengeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd orgenîze kiribû piştî du rojên domdar îro bi dawî bû. 300 wêneyên ku zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin hatin pêşandan.

Tevgera Ciwanên Soreşger a Sûriyê li bajarê Helebê pêşengehek ji bo 300 tabloyên ku zarokên kantona Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin xêz kirine, li taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Zarokan çîrokên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser Efrînê jiyane tevî çanda kurdî bi rêya tabloyan rave kirin û girêdana xwe  bi çand û dîroka kevnar diyar kirin.

Di roja dawîn a pêşengehê de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevî şêniyên bajêr serdana pêşengehê kirin.

Endama Tevgera Jina Ciwan Bêrîvan Henan tekez kir ku ew ji lidarxistina pêşengehên bi vî awayî armanc dikin ku peyama berxwedanê ya şêniyên Efrînê bighînin her derî. Her wiha diyar kir ew ji bo moralê zarokên bilind bikin.

Pêşengeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ bi pêşendana sinefizyonek girêdayî destpêka tevgera şoreşgerî li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê û çirûska şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava bi dawî bû.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din