Pêşengeha pirtûkan a Herekol sal bi sal balkêştir dibe

Pêşengeha 3`emîn a Herekol sal bi sal ji salên berê di aliyê hejmara pirtûkan, cihên belavkirina pirtûkan û hejmara kes û sernavan balkêştir bû. Her wiha beşeke ji civak, rewşenbîr û nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî zêde berê xwe didin pêşengehê.

Di 20`ê Tîrmehê ji her salê bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê pêşengeha pirtûkan a Herekol tê lidarxistin. Pêşengeh ji bo bîranîna rewşenbîr, nivîskar û pakrewan şehîd Hisên Şawîş (Herekol) ku 20`ê Tîrmeha 2016`an li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê şehîd bû, tê lidarxistin. Şehîd Herekol jiyana xwe dabû çanda kurdî û rola wî di pêşxistina çanda kurdî li Rojava de, hebû.

Sala 3`an  ji pêşengeha pirtûkan a Herekol ku 20`ê Tîremhê dest pê kir ji salên berê di aliyê hejmara pirtûkan, sernavan û hejmara cihên belavkirina pirtûkan balkêştir bû. Di sala 1`emîn ji pêşengehê 11 cihên belavkirina pirtûkan, 190 sernav ku li ser hezar û 500 kopî hatibûn belavkirin beşdarî pêşengehê bûn. Sala 2`emîn de 13 cihên belavkirina pirtûkan bi hezar û 200 sernavî li ser 18 hezar kopî beşdarî pêşengehê bûn.

Îsal jî hejmara cihên belavkirina pirtûkan gihîşt 34`an, 8 hezar û 500 sernav, 113 hezar kopî hatin pêşkêşkirin. Pirtûkên hatine pêşkêşkirin ên çand, siyasî, civakî, helbest, çîrok, kevneşopî, wêje, zanist, felsefe, dîrok, ol û roman bi zimanê kurdî, erebî, ingilizî, suryanî, tirkî û fransî hatin pêşkêşkirin.

Her wiha pêşengeha pirtûkan a Herekol bi beşdarbûna cihên belavkirina ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê balkêş bû. Çapxaneya Ehndîşe ji Başûrê Kurdistanê ku gelek roman, pirtûkên çandî û kevneşopî têde hene, pirtûkên rêzimanê Soranî, ferhengên zimanê kurdî û zaraviya soranî. 6 cihên belavkirina pirtûkan ji Bakurê Kurdistanê (Mala Amed, Mala Sîtaf Wîbyond, JJ, Nûbuhar, Aram, Avesta, Dara. Her wiha ji paytexta Sûriyê Şam mîna Ogaret, Sefehat, Kanan û Zeman, beşdarî pêşengehê bûn.

Endamê Komîteya Amadekar a pêşengeha pirtûkan a Herekol Ebûd Meqso diyar kir ku gelek cihên belavkirina pirtûkan ji Bakurê Kurdistanê dê beşdarî pêşengehê bibana lê hikûmeta Başûrê Kurdistanê defet neda wan ku bi rêya deriyê Sêmalka derbasî herêma Cizîrê bibin.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din