Pêşengeha salane ya cil û bergên filklorî bidawî bû

Berpirsê Komeleya Çandî ya Suryan  li Sûriyê got, mîraseya hevbeş yek ji hîmên herî xurt e ku hebûna  gel û neteweyan diparêze. Her wiha bang li gelan ku xwedî li çanda xwe derkevin.

Îro pêşengeha salane ya cil û bergên folklorî ya kantona Hesekê bi pêşandana cil û bergên folklora suryan bidawî bû. Di pêşandanê de cîgira Hevseroka kantona Hesekê Meha Şabo, cîgira Hevseroka Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Eylîla, Hevseroka Meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo, cîgira Hevseroka Meclisa Zagonsaz a herêma Cizîrê Ilham Meltî û dehan şêniyên Hesekê amade bûn. Her wiha koma El-Esala ya dîlanên Erebî, koma Mam Şengalî ya folklora Êzidî, koma Roj a dîlanên Kurdî jî hazir bûn.

Di pêşengehê de, Berpirsê Komelaya Çandî Ya Suryan li Sûriyê Ibrahîm El-Qes li ser dîrok û cil û bergehên folklorîk ên pêkhateya Suryan nêzikbûna netewên cuda di civaka Sûriyê de ji ber jiyana hevbeş û çandan axivî.

Ibrahîm teqez got,  mîraseya hevbeş yek ji hîmên herî xurt e ku hebûna  gel û neteweyan diparêze û bang li gelan ku xwedî li çanda xwe derkevin.

Pêşengeh bi şahî û gerandina govendê ya komên beşdar bûn, bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din