​​​​​​​Pêşeroja plana Îsraîlê ya ji bo Difa Xerbiyê çiye?

Dengê navdewletî û ewropî li dijî biryara Îsraîlê ku herêmên ji Dîfa Xerbiye kontrol bike zêde dibe. Di dema ku çavkaniyê emnî yên Îsraîlê texmîn dikin ku ew ê di pêkanîna biryarê de rastî astengiyek mezin werin.

Di bertekên dawîn de li hember daxuyaniyên Îsraîlê ku dê herêmên ji Dîfa Xerbiye tevlî axa xwe bike, serokê Fransa Emmanuel Macron, serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, serokwezîrê Spanya Fedro Sanchez û serokwezîrên Îtalya Giuseppe Conte; serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji encamên biryara ku dê di Tîrmehê de ragihîne hişyar kirin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Macron ji Benjamin Netanyahu xwestiye tedbîrên yekalî negire. Ji ber ku xetek mîna vê dê ewlehiya Rojhilata Navîn bihejîne. Tenê diyaloga bi Filistînê re û çareseriya hevseng dê aştî û ewlehiyê li Îsraîlê pêk bîne.

Her wiha çapemeniya Îsraîlê bibîr xist ku serokwezîrên Brîtanya Boris Johnson nameyek dişibe axaftina Macron ji Netanyahu re şandiye. Li aliyek din serokwezîrê Spanya ji Netanyahu û wezîrê ewlekariyê yê Îsraîlê Benny Gantz re nameyek şandiye û tê de bang li her duyan kiriye: “Rêzê ji qanûna navdewletî re bigirin. Li gorî biryara NY`î bigihêjin çareseriyekê ku her du dewletan ji hev cuda dike. Nameya Îtalyayê jî destnîşan kir ku pêwîste danûstandina bi Filistînê re ji nû ve destpê bikin û li ser bingeha qanûna navdewletî her du dewlet ji hev cuda bin.” 

Wezîrê derve yê Fransayê roja Sêşemê axivî û got: "Pêwîste ev biryar pêk neyê. Her biryarek mîna vê nabe bê bertek bimîne."

Li aliyek din wezîrê derve yê Yekîtiya Ewropayê Josip Borel, Îsraîl ji ber tevlikirina herêmên ji Dîfa Xerbiye bi awayekî yekalî hişyar kir û destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa bi guhertinên bê lihevkirina her du aliyan; Îsraîl û Filistînê îtîraf nake.

Josip Borel piştî civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê got: "Qutkirina her du dewletan  û pejirandina Qudsê wek paytextekê ji her duyan re, rêya tekane ya pêkanîna aştiyê û ewlehiya hemdem li herêmê ye. Yekîtiya Ewropa bi tu guhertinên li ser sînorên 1967`an, ger her du aliyan lihev nekirin îtîraf nake."

Civîna Yekîtiya Ewropayê gavên Îsraîlê weke binpêkirinek ji qanûna navdewletî re hesiband.

Serokê Filistînê Mehmûd Abas ji ber gava Îsraîlê ji bo tevlikirina herêmên Dîfa Xerbiye ji Îsraîlê re, rawestiandin tevahiya lihevkirinên bi Îsraîlê û Amerîka re ragihandibû. Urdinê jî bi awayekî fermî hişyarî ji encamên gava Îsraîlê li ser lihevkirina aştiyê bi Îsraîlê re kir.

PLANA ÎSRAÎLÊ YA TEVLÊKIRINÊ

Ji kêliya avabûna hikumeta Îsraîlê ya nû ve, serokê hikumetê Benjamin Netanyahu hewl dide Difa Xerbiye bike bin serweriya xwe. Îsraîl bi rêya planê, hewl dide zêdetirî 130 dagîrgeh li Difa Xerbiye ya dagirkirî û Geliya Urdinê tev li Îsraîlê bike. Yanî herêma di navbera gola Tabariye û Deryayê Mirî de û beşek ji sînorên rojhilat bi Urdinê re be. Li gorî ku çavkaniyên Îsraîlê bibîr xistine, plana tevlêkirinê dê bi rêjeya ji sedî 30 ji rûbera Difa Xebiyê be.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû: "Îsraîl li pêşberî derfetek dîrokî ye ji bo ku beşên ji Difa Xerbiye tev li Îsraîlê bikin. Ev derfet ji 1948`an ve tune bû."

Her wiha serokê îtîlafa hikumeta Îsraîlê Mickey Zohar got: "Serdestî dê li ser tevahiya dagîrgehên cihuyan li Îsraîlê ferz bibe. Dema destpêkirina vê gavê jî 1`ê Tîrmehê ye. "

PIŞTÎ GEFAN GELO ÎSRAÎL DÊ PLANA TEVLÊKIRINÊ PÊK BÎNE YAN NA?

Çavkaniyên emnî yên Îsraîlê yên peyebilind ji malpara Wala ya Îsraîlê re gotin: "Ne pêkane ku Îsraîl di pratîkê de di dema wê ya diyar de serweriya xwe li ser dagîrgehên Difa Xerbiye ferz bike."

Her wiha îşaret pê kirin ku dem û şertên avêtina vê gavê li gel paşdeçûna rewşa ewlehiyê li Difa Xerbiye û Xezayê ne guncew in.

Heman çavkaniyan bibîr xistin ku dibe ku serokê hikumetê Benjamin Netanyahu tenê di dema diyar de plana tevlêkirinê ragihîne û pêkanînê heta çend mehan paşde bixîne. Ji ber ku encamên wê planê dê li ser Îsraîlê dijwar û mezin bin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din