Pêşketina jinên taxa Şêxmeqsûd

Jinên taxa Şêxmeqsûd hêza di xebatên saziyên sivîl û komînên taxê de bi riya birêvebirina karûbarên civakî û xizmetguzarî  isbat kirin. Her wiha hejmara xwe di saziyên taybet ên jinan de duqat kirin.

Piştî berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hember çeteyên dagirkeriya Tirk û şikandina dorpêçê, şênî dest bi xwebirêxistinkirin kirin. Şêniyan saziyên sivîl û komîn ava kirin. Jinê jî rola xwe ya pêşeng lîst û cihê xwe di tavhiya sazî û xebatên rêxistinî de girt.

Rêgeza hevserokatiyê aso li pêşiya jinê vekir da ku bibe pêşeng

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca pêkanîna daxwazên civakê, ji nû ve sazumaniya saziyan ava kirin. Sazî û meclisên taxê bi hevgirtina şêniyan geş bûn. Saziyên ku her du zayend jin û mêr tê de dixebitin hatin avakirin. Jinê jî bi riya vekirina sazî û tevgerên rêxistî yên taybet bo jinan taybetmendiya xwe parast.

Jinên di nava saziyan de dixebitin, rol û berpirsyartiya xwe isbat kirin. Serkeftina wan a di her qadî de vê yekê diyar dike.

Rêjeya jina kedkar di nav saziyan de

Di saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd de bi giştî 908 endam hene. Ji vana 484 jin in. Yanî bi rêjeya ji sedî 53.30’e. Ev rêje piştî destkeftiyên ku jinê di civakê de bi dest xistine pêk hat. Hejmara jinan di nav saziyên taybet de gihaşt 191 jin. Ev hejmar di komîn û komîteyên girêdayî wê de duqat e.

Jinê taybetmendiya xwe di saziyên xweser de parast

Piştî valahiya ku di encama bêxistinkirinê de rû daye, jinê bi lez cihê xwe di vê girt. Ji ber wê û bi armanca birêxistina jinan sazî û komînên jinê ( Komeleya Jin û Kongreya Star) hatin aktîv kirin. Bi riya civîn û semîneran jin hate perwerdekirin.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a Helebê Suad Hesen destnîşan kir ku rewşa taxê di dirêjahiya 7 salên borî de gelek dijwar bû. Suad got: “Lê şêniyên taxê li hember wan mercan li ber xwe dan û jin bi erka xwe  rabû.”

Suad diyar kir ku Tevgera Civaka Demokratîk erka birêxistinkirina jinan di nav sazî û komînan de bi riya dewreyên perwerdeyê hilda ser xwe. Suad wiha domand: " Jinê bi vîn û bawerî erkên xwe anîn cih. Hejmara jinan di hindek komîteyan de, hejmara hevalên mêr derbas dike. Jê Komîteya Perwerde û nexweşxaneyan. Rêjeya jinê niha di nav saziyên sivîl û giştî de gihaştiye ji sedî 53.30."

Sûad Hesen di dawiya gotinên xwe de tekez kir ku ew zehmetî di warê rênîşandana jinê di nav saziyan de nakişînin û wiha got: “Ji ber ku jinê hêz û vîna xwe ji şehîdan û fikr û felsefeya Ocalan girtiye.

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Kongreya Star Fatme Hesen jî destnîşan kir ku piştî geşbûna taxê komîn û komîteyên jinê berfireh bûn û wiha axivî: “Jin li taxê di perwerdeyan de derbas bûn. Komîn û sazî bûn staregeha tekane ya  jinan a perwerde û birêxistinkirinê.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din