Pêşketinên jinên Minbicê yên di nava 4 salan de

Piştî ku bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, berxwedana jinan a li dijî fikrê paşverû destpêkir. Jinên ku derketina wan a derve qedexe bû, niha di sazî, meclisên rêveber, hevserokatiya saziyan de cih girtine. Ev 4 salin jin li hember fikrê paşverû liber xwe didin û têdikoşin.

Dema çeteyên DAIŞ`ê bajar dagirkiribûn, jinên li Minbicê gelek zehmetî kişandin, çeteyan lixwekirina cilên reş ferz kirin, nedihiştin ji malên xwe derkevin û tev li civakê bibin. Li dijî wan hovîtirîn sûcên bedenî û derûnî pêk dianîn û hewl didan vîna jinan tune bikin.

Di 15`ê Tebaxa 2016`an de Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê jinan karî rola xwe ya di civakê de bilîzin.

Jinên Minbicê  gelek gavên erênî avêtin, çi di qada leşkerî de be, yan jî di rêveberiyê de be. Jin beşdarî  avakirina komînan, meclisên bajar û rêxistina gel bûn û di saziyan de cihê xwe di nava sîstema hevserokatiyê de girtin.

Hevseroka Meclisa Rêveber Nûra Hamid têkildarî mijarê got: “Beriya rizgarkirina bajêr jinan zehmetiya serdestiya DAIŞ`ê dikişandin. Lê îro rewş cuda ye. Jin beşdarî nava kar bûn. Nexasim piştî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê û gundewarên wê hate avakirin û saziyên taybet bi jinan hatin vekirin.

Nûra Hamid diyar kir ku li bajêr ji sedî 60 jin beşdarî saziyên sivîl û tevahiya rêveberiyan bûne.

Nûra Hamid wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji bo jinên li Minbicê jiyaneke nû hate avakirin, piraniya  zor û zehemtiyên di civakê de pê re rû bi rû dima derbas kir. Mînaka wê jî zor û zordariya dema çeteyan DAIŞ`ê dihat meşandin e, li gel vê li hemberî êrişên li dijî selametiya vê xakê jin bi helwesta xwe ya sabit hatin naskirin û mirov dikare bibêje ku îro jinên li Minbicê ber bi pêşketin, guhartin û veghartinê ve diçin."

DI PÊVAJOYA  4 SALAN DE XWE BIRÊXISTIN KIRIN

2016`an Minbic û gundewarên wê hatin rizgarkirin, êdî ji wê demê û şûn ve jinan dest bi rêxistinkirina xwe kirin û rêgeza azadiya jinan ji xwe esas girtin.

Berdevka Meclisa Jinên  Minbicê û Gundewarên wê Îbtîsam Abdullqadir diyar kir ku rizgarkirina Minbicê ji bo jinan guhartineke diyarker bû.

Îbtîsam Abdullqadir axaftina xwe wiha domand: "Di pêvajoya 4 salan de jinan xwe bi rêxistin kir, li gundewar û bajar perwerde dan, sardana tevahiya jinên li gund û bajar kirin, pêngavên perwerdeyê dan meşandin û dîroka rastîn a jinê bi jinan didin naskirin."

Îbtîsam Abdullqadir got: “Destpêkê jinan rewş qebûl dikirin. Bi taybet jî hevserên rûspiyên eşîran ên ku beriya niha tev li civînan nedibûn. Lê niha beşdarî semîneran dibin û sardana meclisa jinan dikin, xwe nas dikin. Bi vê yekê meclisê karî xwe bigihîne tevahiya jinan, li pirsgirêkên wan guhdarî bike û çareseriyê jê re bibîne. Me di serdan û perwerdeyên xwe de di aliyên fikrî û çandî de jin perwerde kirin. Bi taybet jî zewicandina zarokan û zewacên pir jinî.”

Îbtîsam Abdullqadir di dawiya axaftina xwe de salvegera çaremîn a rizgarkirina Minbicê li tevahiya jinan pîroz kir û soz da şehîdan ku ew ê şopdara rêya şehîdan bin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din