‘Pêşniyarên nû yên girêdayî aloziya Sûriyê ne li gorî hêviyên gelê Sûriyê ne’

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk a şaxê Helebê Fatme Hesîno got: “Lihevkirinê Rûsya û Amerîkayê ber bi aliyê dûrxistina tevahiya aliyan û parvekirina hegemoniyê ve diçin. Bi şêwazekê li dijî hêviyên gelê Sûriyê. Meclisa Sûriya Demokratîk dê projeya xwe li gorî hêviyên pêkhateyên Sûriyê bidomîne.”

Piştî daxuyaniyên dawîn ên şandeyê Amerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey girêdayî rewşa Sûriyê û siyaseta Washingtonê, gelek pirs têkildarî sînaryoyên ji bo pêşeroja Sûriyê hatine pêşkêşkirin, derketin pêş.

Qelskirina rola Îranê, vegerandina welêt a beriya 2011`an, pêkhatina lihevkirinan di navbera dewletên mezin de û yên ku mudexeleya Sûriyê kirine, girîngtirîn nuqteyên ku Jeffrey di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribûn.

Ji bo nîqaşkirina navarokên wan daxuyaniyan ANHA`yê hevdîtinek bi endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk şaxê Helebê Fatme Hesîno re çêkir.

Fatme di destpêkê de destnîşan kir ku nakokiyek di navbera berjewendiyên hêzên ku mudexelya Sûriyê dikin de, heye û got: "Piştî derketina pandemiya Koronayê, li cîhanê bi taybet jî li Sûriyê aloziyên nû  çêbûn. Piştî demekê dê pîvan û çareseriyên li gorî vê qonaxê bibînin."

‘METIRSIYA ÎSRAÎLÊ RÊ LI PÊŞIYA LIHEVKIRINÊN AMERÎKA Û RÛSYAYÊ VEKIR’

Fatme îşaret pê kir  ku li ser daxwaza Îsraîlê di civîna şêwirmendên ewlehiya neteweyî yên dewletên (îsraîl, Amerîka û Rûsya ) de, rola Îranê li herêmê hate qelskirin.

Fatme wiha domand: "Êdî em dizanin ku Îran ji destpêka aloziya Sûriyê ve, derbasî herêmê bûye û hewl dide hebûna xwe ya leşkerî li herêmê qayîm bike. Da ku armancên xwe di temamkirina projeya kevana şîî pêk bîne. Ev hebû û hêzên leşkerî metrisî li cem dewletên mudexelekerê Sûriyê çêkirin. Derbeyên Îsraîlê yên dawîn li dijî nuqteyên Îranê yên li Sûriyê wek bertekek li dijî mudexeleyên Îranê hatin kirin. Her wiha hêzên mezin ji bo qelskirina rola Îranê li herêmê lihev kirin, ji bo ku aloziya Sûriyê di dema guncew de çareser bikin."

‘WESIYETÊN RÛSYAYÊ Û FIKARÊN DERBARÊ MAYÎNA DYA`YÊ DE’

Têkildarî lihevkirinên Amerîka û Rûsyayê ji bo dûrxistina dewletek cîran û mudexelekerê axa Sûriyê Fatme got: "Di daxuyaniyan de behsa mijara derketina hêzên mudexelekerên axa Sûriyê (5 hêz) hate kirin. Dema dosyaya Sûriyê radestî dewletekê were kirin û bikeve bin wesiyeta hema dewletê yanî Rûsyayê. Wê rewş ne cuda be. Da ku Rûsya karibe rewşa Sûriyê kontrol bike û bi lez aloziya wê çareser bike. Fikar li ser hebûna Amerîkayê ya li herêmê heye. Lê madem teror li herêmê heye, divê Amerîka û koalîsyon hebe. Da ku karibin terorê tune bikin.”

‘PERSPEKTÎVÊN NE LI GORÎ HÊVIYÊN GELÊ SÛRIYÊ’

Fatme di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev pîvan û guhertin nîşan dikin ku perspektîvên nû û hewldan hene ji bo ku encamên civînên berê yên mîna Cinev û Astana werin paşguhkirin û projeyek bedîl di vê demê û dîrokê de li gorî rewşa Korona were pêşkêşkirin. Biryara 2254 û hinek lihevkirin û peyman dê werin jibîrkirin. Dê bi pêşniyarên nû ne li gorî hêviyên gelê Sûriyê werin guhertin. Ev pêşniyar (perspektîv ) ji hêviyên gelê Sûriyê dûr in. Mayîna hinek pîvanan, mîna binesaziya saziyên dewletê û navendîbûna desthilatê ev hemû li dijî hêviyên gelê Sûriyê ne.”

‘PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER SERKETINA XWE ÎSBAT KIR’

Fatme destnîşan kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk wek sîwanek siyasî ku hêviyên gelê Sûriyê û gelên azad peyda dike, dê projeya xwe ya rêveberiyên xweser ên ku serkeftina xwe îsbat kirin, berdewam bike.  Fatme got: “Pêkhateyên Sûriyê hemû di vê projeyê de cih digirin û xwe bi xwe birêve dibin.”

Fatme di dawiyê de got: "Teqeziya li ser yekîtiya xaka Sûriyê projeya me ye. Em ê xebata ji bo vê projeyê dewam bikin. Em di destûra nû de banga azadiya hemû pêkhateyan dikin û divê di bin sponseriya navnetewî de be. Da ku bigihêjin Sûriyeke pirengî ya nenavendî ku hêviyên hemûyan pêk bîne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din