‘Pêşwazîkirina El-Herîrî giyanê welatparêziyê li cem rayedarên hikumeta Başûr mirand’

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê pêşwazîkirina El-Herîrî ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve bi mirina welatparêzbûnê li cem hikumetê pênase kir û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî vê bûyerê berteka xwe nîşan bide.

Di 2`yê Adarê de serokê "Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Nesir El-Herîrî tevî şandeyekê gihaşt paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê.

Li Hewlêrê Nesir El-Herîrî bi endamên ENKS`ê û serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re civiya. Vê yekê hişt ku gelek kes bi rêya toreyên civakî bertekên tûj li hemberî pêşwazîkirina El-Herîrî nîşan bidin.

Têkildarî vê mijarê endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Ebûd Mexso diyar kir ku rojeke din a reş bi pêşwazîkirina serokê îtîlafê anku serokê çeteyan ji bo herêma Başûrê Kurdistanê çêbû û wiha got: "Em bi vê yekê pir xemgîn bûn, em wekî Yekitiya Rewşenbîran bi hemû hêza xwe vê serdanê şermezar dikin."

Mexso destnîşan kir ku serdana Nesir El-Herîrî li Başûr ku li wir jî bi rêveberiya ENKS`ê re civiyaye, tê wateya qedandina dan û stendinên di navbera PYNK`ê û ENKS`ê de û wiha domand: "Di heman demê de tê wateya hedefgirtina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha dixwazin planên nû li ser Rojavayê Kurdistanê pêk bînin."  

Mexso da xuyakirin ku bi pêşwazîkirina Nesir El-Herîrî giyanê welatparêzbûnê li cem hikumeta Başûrê Kurdistanê hat rakirin û wiha got: "Ku mirov bikeve nava dil û hestên welatiyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, niha di nava xwe de dikelin."

Mexso da zanîn ku çawa kesayetek wek Mesûd Barazanî pêşwaziya kesayekteke ku beriya demekê digot `ENKS`ê li cem me wekî karmendek e û bi pereyan em wan dikirin` dike.

Ebûd Mexso wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê civaka Kurd li Başûr rabe ser piyan li hemberî vê bûyerê, bila rewşenbîrên kurdistanî devgirêdayî nemînin, bila pênûsên xwe bi kar bînin."

Leyla Îbrahîm jî diyar kir ku di dema avakirina yekrêziyeke kurdî de ew dibînin ku hikumeta Başûrê Kurdistanê destê xwe dixe destê dijmin û got: "Efrîna ku bi rêya îtîlafê hatiye dagirkirin, li Serêkaniyê û Girê Spî heta niha em dibînin ku şênî di bin dagirkeriyê de ne, kê ew li Başûr tên pêşwazîkirin"

Leyla destnîşan kir ku rewşa Efrînê li ber çavan e ku dagirker û itîlafa girêdayî wê çanda herêmê guhertin, hetanî li şûna zeytûnan madeyên hişbirê diçînin û wiha domand: "Rûxmî dijminê gelê Kurd ew qas kiryar di heqê wan de kiriye, em îro dibînin Mesûd û Mesrûr li kêleka kesekî bi vî awayî rûniştine. Ev cihê şermezariyê ye, em pir pê diêşin."

Leyla da zanîn gelê Kurd vê yekê qebûl nakin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê divê hikumeta Başûrê Kurdistanê pêşwaziya vî kesî nekiriba."

ANHA


Mijarên Din