Pûtîn û Erdogan rewşa Lîbayayê gotûbêj kirin

Li gel ku Lîbyayê gelek caran Tirkiyê bi destekdayîna bi terorê re li Lîbayayê tewanbar kiriye îro Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan axivîn pêwîstiya agirbestê li Lîbyayê, her wiha fikarên xwe der barê rewşa li Lîbayayê rû dide anîn ziman.

Serokkomarê Tirkiyê û serokê Rûsyayê bi peywendiyeke telefonê fikarên xwe ji ber rewşa li Lîbyayê rû dide anîn ziman û girîngiya agirbestê û vegera li diyalogê destnîşan kirin.

Li gorî nûçeya ku di Rûsya El-Yewm re hatî parvekirin de, Buroya Çapemeniyê ya  Kremlin ragihand ku peywendiya bi telefonê ya di navbera herdu serokan de bi însîyatîfa ji Tirkiyê pêk hat. Herdu aliyan rewşên li Lîbyayê û li Sûriyê gotûbêj kirin.

Serokkomarê Tirkiyê roja Înê li Stenbolê, serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayêz El-Serac pêşwaz kir û li ser pêşketinên dawîn axivîn.

Li aliyekî din jî pirî caran berpirsiyarên Lîbyayê delîl û belgeyên der barê destwerdana Tirkiyê ya yekser di piştevaniya komên tundrew li Lîbyayê de, pêşkêş kirin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî duh banga agirbestê ji bo Lîbyayê kir. Her wiha jî ji aliyê xwe ve jî Buroya Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî li Lîbyayê tekez ji destpêka Nîsana borî ve di şerê di navbera hêzên Muşîr Xelîfe Hefter û hêzên Hikumeta El-Wîfaq de li başurê Terablusê zêdeyî hezar kes hatin kuştin.

(fr)


Mijarên Din