Pûtîn giraniya xwe winda dike

Bi lidarxistina rêzeçalakiyên li dijî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re, roj bi roj Pûtîn giraniya xwe winda dike. Dewleta Îmaratê tekez kir ku tekane rêya bidawîkirina nakokiyên li Yemenê, diyalog e.

Rojnameyên cîhanî îro bal kişand ser tundiya ku hêzên Rûsyayê li dijî gelê rûs pêk tîne, serdana Pûtîn ji Londonê re û hewldanên çareseriya nakokiyên di navbera Yekitiya Erebî de, dane meşandin.

Pûtîn ji ber xwepêşandanan giraniya xwe ya siyasî ji dest dide

Rojnameya Washington Times a Amerîkayê raporek der barê geşedanên siyasî yên li Rûsyayê û kêmbûna popularîteya Pûtîn de, nexasim dema ku xwepêşandanên bi berdewamî yên li Kremlîn binêre, belav kir.

Roja şemiyê li paytexta Rûsyayê, zêdetirî 60 hezar xwepêşandêr kom bûn. Ev cara pêncemîn e ku tevgera demokrasîxwaz li Moskovê xwepêşandanên banga rêdana namzetan li dar dixin da ku namzet tev li hilbijartinên şaredariyê yên 8`ê Îlonê bibin.

Xwepêşandêran li kolana Saxerofê û li ber çavên bi hezaran polîsan, sloganên "Pûtîn diz e" berz kirin, lê polîsan dema xwepêşandêran hewl dida li derveyî rêveberiya serokatiyê ya nêzî Kremlînê kom bibin, zêdetirî 250 xwepêşandêr binçav kirin.

Bolton: DYA destekê dide Brexitê

Rojnameya Wall Street a Amerîkayê diyar kir ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton, di serdana Londonê de da ku rewşa têkiliyên bi DYA`yê re parve bike, got heke ev biryara hikumeta Brîtanyayê be, Washington bêyî hevpeymana bi Yekitiya Ewropayê re, dê destekê bide derketinê (Brexit).

Bolton serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson agahdar kir ku serok Donald Trump di 31`ê Cotmehê de dixwaze Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê derkeve û Washington ji hevpeymana aboriya serbest a di navbera Brîtanya û DYA`yê re amade ye.

Erebistana Siûdş û Yekitiya Îmarata Erebî bi diyalogê nakokiyan çareser dikin

Rojnameya El-Ereb News a Siûdiyê diyar kir ku mîrê wîlayeta Ebû Zebî û cîgirê serokê giştî şêx Mihemed Bin Zayîd Al-Nihyan dema serdana qralê Erebistana Siûdiyê kir, tekez kir ku tekane rêya çareseriya nakokiyên li Yemenê, diyalog e.

Rojnameyê li ser zimanê Şêx Mihemed Bîn Zayîd ragihand ku piştî banga Riyadê ji aliyên dijber ên li Adenê ku ji bo diyalogan li Erebistana Siûdiyê kom bibin, tekez kir ku tekane rêya çareseriya nakokiyên li Yemenê, diyalog e.

Şêx wiha wiha got: "Bang baldariya hevbeş a aramiya li Yemenê bi cih dike, her wiha ji bo dawî li gendeliyê were û di navbera gelên welêt de aramî pêk were, gaveke erênî ye."

Şêx Mihemed bang li aliyên Yemenê yên dijber kir ku ji bo ku lihevkirin li Yemenê çêbe, derfeta bangewaziyê baş bi kar bînin.

Mîrê Ebû Zebî diyar kir ku Riyad û Ebû Zebî banga lezgîn li aliyên Yemenê yên dijber dikin ku ev jî dê bi rêya diyalog û berjewendiyên Yemenê yên giştî de pêk were.

(eh)


Mijarên Din