Pûtîn: Karê pêşîn tunekirina terorîstên li Idlibê ye

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got pêşketin di aliyê siyasî de li Sûriyê heye lê diyar kir ku erka herî li pêş ku niha tunekirina navendên terorîstan ku heta niha li Sûriyê hene, mîsoger bike û bi taybet li Idlibê.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna Rêxistina Şangay a Hevkariyê de ku îro li paytexta Kirgizistan Bîşkekê dest pê kiriye, axivî.

Spûtnîkê diyar kir ku Pûtîn di axaftina xwe de wiha got: "Di şerê li dijî terorîstên navdewletî li Sûriyê de encamên baş hatin bidestxistin."

Her wiha Pûtîn îşaret bi rola Rûsyayê di destekdayîna hêzên rejîma Sûriyê de di şerê li welat de kir. Pûtîn di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Di aliyê siyasî de pêşketin heye. Xebat ji bo avakirina komîteya destûrê didome. Erka herî li pêş niha ku tunekirina navendên terorîstan ên li Idlibê ye. Her wiha alîkariyên mirovî û destekdayîna civaka navdewletî ji bo avakirina aborî li Sûriyê, werin zêdekirin."

Hêzên rejîma Sûriyê ji 30`ê Nîsanê ve bi awayekî berfireh êrîşî herêmên bakurê rojavayê Sûriyê dikin ku di bin serweriya komên çete yên ku destekê ji Tirkiyê digirin de ye.

Îro li Bîşkekê lûtkeya Rêxistina Şangay a Hevkariyê ku ji Hindistan, Kazaxistan, Kirgizistan, Çîn, Pakistan, Rûsya, Tacikistan û Ozbekistanê pêk tê, dest pê kir. Afganistan, Belarûs, Îran û Mongolistan di rêxistinê de sîfetên wan wek çavdêr in.

Lûtkeya Rêxistina Şangay a Hevkariyê ya din dê di 2020`an de li bajarê  Çelyabînsk ê Rûsyayê were lidarxistin.

(bx)


Mijarên Din