​​​​​​​Putin û Erdogan rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin

Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêya telefonê bi hevpişeyê xwe yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî, rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin.

Kremlin îro, Duşem agihand: "Serokê Rûsya Vladimir Putin bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erogan pêwendiyeke telefonê pêk anî.  Herdu aliyan rewşa li Sûriyê gotûbêj kirin û  niyetên xwe yên girêdayî zêdekirina kedeke hevpar ji bo cîbicîkirina peymanên Rûs-Tirk li herêma li Idlib û protokola Sochi ya 17‘ê Îlona 2018‘an, ku di 5‘ê Adarê de li Moskvayê hate qebûl kirin, anîn ziman. "

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Her wiha herdu aliyan rewşa Lîbyayê gotûbêj kirin û fikarên xwe derbarê şerê li wir rû dide anîn ziman. Her wiha teqezî li pêwîstiya pêkanîna agirbesteke dayîm û diyalogan di navbera lîbiyan de kirin ya li gorî biryarên kongreya Berlînê ya navnetewî ya 19‘ê Çileyê ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY‘yê bi hejmara 2510 ve hatiye erêkirin."

Pêwendiya Putin-Erdogan piştî çend rojan ji êrişa çeteyên Tirkiyê yên li ser baregehên hêzên hikûmeta Sûriyê li gundewarên Idlibê pêk hat, ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Di heman demê de li Lîbyayê hikûmeta Wîfaqê ya desteka xwe ji Tirkiyê digire  dest danî ser baregeha hawayî ya Wetiya ya li rojavayê welat.


Mijarên Din