Pêvajoya duyemîn a ziftkirina rêyên Serêkaniyê dest pê kir

Şaredariya Gel a bajarê Serêkaniyê, dest bi pêvajoya duyemîn a ziftkirina rêyên ziyan dîtine kir.

Şaredariya Gel a Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, beriya niha dest bi pêvajoya yekemîn ji sererastkirina rêyên zirarbûyî, xetên avê û yên kanalîzsyonê kir.

Piştî dawîbûna pêvajoya yekemîn, Şaredariya Gel îro dest bi pêvajoya duyemîn kir, Şaredarî di vê pêvajoyê de rêyên nû bi 750 metre çargoşe 7 hezar metre çargoşe li kolanên sereke yên bajêr zift bike.

Serokê buroya teknîkî ya Şaredariya Gel a Serêkaniyê Ciwan Ebdilezîz wiha got: "Piştî gazinên ku Şaredariya Gel girtin, dest bi pêvajoya duyemîn a ziftkirina rêyên sereke ya bajarê Serêkaniyê kir."

Şaredariyê xebatên ziftkirinê ji ketina rojavayê bajêr a di navbera bajarokê Til Helef û bajarê Serêkaniyê de dest pê kir, paşê dê xebat li ketina bajêr yên di navbera Hesekê û Serêkaniyê û Dirbesiyê û Serêkaniyê bike, di heman demê de rêya kolana sereke ya navenda bajêr heta çerxereya Berîdê û sûka mirîşkan dê sererast kirin.

Ebdilezîz teqez kir ku pêvajoya duyemîn dê 45 rojan dewam bike.

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar