‘Pêwîst e rê li pêşiya kiriyarên ku li Efrînê tên kirin were girtin’

Rewşenbîrên Kobanê destnîşan kirin ku pêwîst e hemû cîhan û taybet jî gelê Kurdistanê  dest bi çalakiyên ji bo Efrînê bikin û rê li pêşiya kiriyarên ku li Efrînê tên kirin bigirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rojane li herêma Efrînê komkujî, talankirin, wêrankirin, dizî û revandin di derheqê şêniyên ku li Efrînê dijîn pêk tîne.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Mezlûm Cimo axivî û destnîşan kir ku êdî pêwîst e çalakiyên ji bo Efrînê destpê werin destpêkirin û wiha got: "kiryarên ku dewleta Trik li herêma Efrînê dike armanc jê ew ku dîroka gelê Kurd tune bike, ji ber ku dema dest bi êrîşan kir yekser peykerê kawayê hesenkar û tiştên dîrokî xerab kir, her wiha rojane şêniyên Efrînê îşkence dike û mal û milkên wan didize."

Mezlûm got: "Çawa ku parlementera HDP û Hevseroka KCD`ê Leyla Guven berxwedan li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştî berxwedaniya 200 roj berxwedana wan bi encam bû, pêwîste em jî bi wî rihê li hember dagirkeriya Trik li Efrînê li berxwe bidin."

Endama Yekitiya Rewşenbîran Leyla Ebdo jî da zanîn ku di dîroka gelê Kurd de dewleta Tirk tê nasîn ku dijminê Kurdan e û  her tim dixweze gelê Kurd qir bike û wiha got: "Dewleta Trik a dagirker kiryarên ku li Efrînê dike mirovahiyê diêşîne ji ber ku çeteyên dewleta Trik ne tenê insanan qetil dikin di heman demê de xweza û darên Efrînê  jî dişwîtînin, tevî vê yekê jî hemû cîhan li hember van kiryaran bê dang e."

Leyla Ebdo got: “Ji bo ku pêşî li van kiryaran were girtin pêwîste hemû gelên azadîxwaz berxwe bidin û dest bi çalakiyan bikin."

Rewşenbîran di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurdistanê û dewletên navnetewî kirin ku li hember kiriyarên dagirkeriya Tirk li Efrînê bisekinin û  bi rihê berxwdaneke weke berxwedan ku çalakgerên greva birçîbûnê kirin dest bi çalakiyên ji bo Efrînê bikin da ku gelê Efrînê careke din vegere ser axa xwe.

(kc)

ANHA


Mijarên Din