​​​​​​​‘Pêwîste yekîtiya netewî hemû aliyan di nav xwe de bigire‘

Rewşenbîrên Kurd gotin: "Pêwîste yekîtiya netewî ya Kurdî pêk were ku hemû aliyan de nav xwe de bigre û rewşenbîr roleke sereke di vî warî de bilîzin. Heta niha ragihand ji hevdîtin û civînên derbarê yekîtiya Kurdî de dûr e."

Civîn û hevdîtînên dawî yên di avbera parasatiyên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zanebûn dûrî çavê ragihandinê têne lidarxistin.

Yekîtiya netewî ya Kurdî bang û hêviya gelê Kurd e. Gelê Kurd yekîtiyê wekî pêwîstiyekê ji bo parastina destkeftiyan dibînin, bi taybet destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine qezenckirin. Bi armanca yekîtiya netewî gelek însyatîf hatine ragihandin. Lê hîna ji aliyê gelek aliyan ve yên ku berjewendiyên xwe esas digirin têne astengikirin.

Têkildarî girîngiya hevgirtina partiyên siyasî yên Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtin pêk anîn.

Dibe ku hevdîtinên herî girîng ên ku di demên dawî de li herêmê têne lidarxistin, hevdîtinên di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û “Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” (ENKS) de ye. Li ser van hevdîtinan rexneyên giran hene, bi taybet ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve, ji ber ku hevdîtin tenê di navbera du aliyan de, bêyî ku hemû saziyên civaka sivîl û partiyên din ên Kurdî beşdar bibin, çêdibin.

‘DIVÊ YEKÎTIYA NETEWÎ HEMÛ ALIYAN BIHEWÎNE Û REWŞENBÎR ROLA XWE YA SEREKE DI VÎ WARÎ DE BILÎZIN‘

Li ser vê mijarê rewşenbîrên Kurd Konê Reş got: "Em bi yekîtiya Kurdî re ne, çi di navebera du aliyan de an jî zêdetir be. Ya girîng ji bo me ew e ku yekitiyeke netewî Kurdî hebe ku hemû kesî bihewîne heger ENKS be an jî PYD‘ê be an hevbendiyên din bin. Divê tu kes ji yekîtiya Kurdî dûr nekeve. Divê rewşenbîr rola xwe ya girîng di wî warî de bilîzin."

Mûdîrê edîtoriya Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Selah Muslim wiha anî ziman: "Her hevdîtineke di navbera aliyên kurdî de dikeve berjewendiyên gelê Kurd. ENKS û PYD‘ê beşek berfireh ji gelê Kurd ê Rojava ye. Her yek nêrîneke xwe derbarê çareserkirina doza Kurdî de heye. Her lihevkirineke di navbera wan herduyan de bê guman dikeve xizmeta gelê Kurd."

Muslim axaftina xwe wiha domand: “Em nabêjin kî rast e û kî şaş e, dîrok dineqişîne. Lê em ê di xeta yekîtiya Kurdî de bimeşin. Kengî me xwest rêzê bikin yek helbet em ê ji vê gave dest pê bikin. Hevdîtinên ku têne kirin, ji bo afirandina atmosfêreke giştî de erênî ne ku zextê li herdu aliyan bike da ku mekanîzmeya çareseriyeke hevpar û domdar were dîtin."

‘HEVDÎTINÊN HERDU ALIYAN NABE ÇARESERIYA GUNCAW, JI BER ALIYÊN DÎTIR HENE‘

Têkildarî sedema ku hevdîtin tenê di navbera du aliyan de ye Muslim got: “Mercên siyasî hene, bi vê encam bû ku hevdîtin ne tenê di navbera van herdu aliyan de be. Hevdîtinên dualî nabe çareseriya guncaw ji bo civaka Kurdî û nûnertiya wê jî nake. Ji ber ku hin aliyên din hene û nêrînên wan ji herdu aliyên din cûda ne."

‘HEVDÎTIN GAVEKE GIRÎNG DI RÊYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DE YE, LÊ DEMOKRASIYA CIVAKÎ NÎŞAN NADE‘

Selah Muslim axaftina xwe wiha domand: “Hevdîtinên di navbera herdu aliyan de di rêya çareseriya demokratîk de gaveke girîng e, lê demokrasiya civakî nîşan nade ya ku PYD û Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo wê bang dikin. Rola hêzên navdewletî de jî di vê lihevkirinê de gelekî mezin e. Ji ber ku ev lihevkirina danûstandineke bi pergala cîhanî ya nû ye ya ku bi biratiya gelan, pirrengiya çandan û demokrasiya civakî bawer nake."

Muslim got: “Siyaseta ji bo parastina destkeftiyên civakî ji gurên ku dixwazin tecrubeya demokratîk  a Bakurê Sûriyê ji hev bixin girîng e.”

Muslim diyar kir ku ji hemû saziyên çandî, civakî, jin û hemû saziyên li Rojava tê xwestin ku ji xeteriya pêşerojê hayedar bin û got: "Divê nas bikin ku xeta berxwedanê dirêj e û wê li hemberî hemû cûre zulm, cûdekarî, parçebûn û gendeliyê dewam bike. Cûdakar xizmeta dijmin dikin. Dijmin dixwaze hertim Kurd lawaz, bê çare û parçe bin. Dijmin vê yekê ne tenê ji bo Rojava dixwaze, di heman demê de ji bo gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê dixwaze. Gelê Kurd di şerên ku wê eleqedar nake bi hezaran qurbanî dane, ku tenê dijmin jê sûdê digire."

ANHA


Mijarên Din