Pêwîstiya pêşketina rewşa çandî û hunerî bi lêvegereke giştî pêkan e

Li herêma Cizîrê her sal tevgera çandî heye. Her wiha bi piştevaniya Desteya Çand û Hunerê çalakiyên çandî, hunerî û wêjeyî tên lidarxistin. Lê aliyên têkildar piştrast dikin ku pêwîstî bi lêvegereke giştî ya yekitiyên heyî pêkan e. Da ku rewşa çand, huner û wêjeyê bi pêş keve.

Desteya Çand û yekitiyên rewşenbîran ên li herêma Cizîrê salane çalakî û xebatên cur bi cur li dar dixin. Hedef jê jî pêşketina rewşa çand, geşkirina behreyên fikrî bi taybet li gel jin û zarokan, belavkirina fikr û çandê di navbera civakê de, piştgiriya rewşenbîran ji bo geşkirina fikr û rewşebîrtiya wan. Her wiha çalakiyên girêdayî bîranînên hunermendên huner û çandê tên lidarxistin.

Ji girîngtirîn çalakiyên dorveger ên ku Desteya Çandê ya herêmê Cizîrê her sal li dar dixe, mîhrîcana lêdana ferdî ya tembûr an jî ûdê û hwd di Çileyê de, mîhrîcana huner û wêjeya jinan, mîhrîcana şanoyê di Adarê de, pêşbirka zarokan, mîhrîcana folklorî ya gel di Nîsanê de, Pêşangeha hunera şêwekariyê di Gulanê de, pêşbirka nivîskarên pêşerojê di Hezîranê de, pêşangeha Şehîd Herekol a Nivîskaran di Tîrmehê de, pêşangeha Pirtûka Gerok di Tîrmehê de, mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyan, mîhrîcana Sînemayê, mîhrîcana Muzîkê û bîranînên hunermedan di Kanûnê de.

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ku çalakî û xebatên navborî bi rêxistin dike, gelek beşên çandî û hunerî hene û wiha ne; Gerînendetiya Şûnwaran, Gerînendetiya Tûrîzmê, Gerînendetiya Çand û Hunerê, Weqfa Jinan a Rewşenbîr, Peymangeha Orkestra ya Zarokan li Qamişlo, Peymangeha Mezopotamya li Hesekê, Werşeya Destekariyan, Werşeya Dirûtinê ya Cilên Folklorî, Werşeya Çêkirina Alavên Muzîkê û Navenda Lêkolîn û Vekolînê.

Her wiha hin yekitiyên rewşenbîran hene ku bi awayekî aktîf dixebitin, ew jî Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê, her wiha hin saziyên çandê hene ku di bin banê TEV-DEM’ê de dixebitin mîna yekitiya hunermendan.

Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen got deste piştevaniya madî û manewî ji yekitiyên ne di bin bana wê de ne pêşkêş dike. Her wiha di navbera wan de ji bo rêxistina çalakiyên çandî yan jî hunerî hevkarî heye.

Rewda Hesen wiha domand: "Bo nimûne, Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ya Zarokan a ku beriya çend rojan li dar ketibû, bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Komîteya Wêjeyan û tîma wêneyên fotografîk "Şopdarên Rojê" pêk hat.

Li gorî Rewda Hesen, bi sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê re, gelek çalakî û xebatên çandî hatin taloqkirin û paşdexistin.

 ‘HEWLDANÊN JI BO AVAKIRINA LÊVEGEREKE ÇANDÎ HENE’

Endamê Rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hisênî diyar kir ku rewşa siyasî bandor li xwezaya xebata yekitiyên rewşenbîr, çand û hunerê ya li herêmê kir û wiha got: "Hêzên siyasî yên li Rojava hewl da rewşa rewşenbîran bixin bin banê xwe."

Hisênî da zanîn ku ew wek Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê gelek civîn û panel ji rewşenbîran re li dar xistine. Di van civîn û panelan de pirsgirêkên bigirêk û çawaniya damezrandina sîwaneke giştî ji tevahî saziyên çandê ya li herêma Cizîrê re hatin nîqaşkirin.

Hisênî destnîşan kir ku zemîna avakirina lêvegereke giştî ya yekitî û saziyên çandê heye û wiha got: "Di civînan de komîteyeke ji 15 rewşenbîr û nivîskar hat avakirin. Erka wê jî nivîsandina reşnivîsa lidarxistina kongreyê yan jî civîna berfireh û giştî ji tevahî yekitiyên li Rojavayê Kurdistanê ye. Da ku lêvegerekê ava bikin, pirsgirêkên bigirêk ên di navbera saziyên çandê de çare bikin, yekitiyekê ava bikin û planên salane deynin."

Hisênî da zanîn ku pêwîst e rewşenbîr dûrî ajandeyên siyasî yên ku xizmeta fikir û çanda hevpar nakin, bin. Dive her rewşenbîrek rola xwe di lêvegera ku li ser xebat tê kirin, bilîze. Da ku bi wê re rola rewşenbîrên li herêmê aktîftir be, xebat ji bo pêşdeçûna wêje, çand û parastina nirxên civakê bê kirin. Da ku rewşenbîr berpirsiyariya vê merheleyê ji nakokî û siyasetên çewisandinê yên li dijî gelê  Kurd rake û bibe garantorê vîna gelan.

 ‘NAKOKIYÊN PARTÎTÎ DI NAVBERA REWŞENBÎRAN DE BANDOREKE NEYÊNÎ LI REWŞENBÎRTIYÊ KIR’

Girêdayî mijarê, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd bi lêv kir ku di navbera wan û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê de hevkariya madî û manewî heye.

Egîd diyar kir ku dê projeya li darxistina mîhrîcana wêjeyê ya nivîskar û rewşenbîran li ser asta Kurdistan û cîhanê pêşkêşî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bikin. Egîd wiha domand: "Ev proje, tê payîn ku di bihara bê de were lidarxistin."

Egîd eşkere kir ku yekitiyên li herêma Cizîrê tevî ku navên wan ji yekitiyê ye, ne yek in. Ew jî li gorî texmîna Egîd bi sedema her yekitî girêdayî ajandeyekê ye, dibe ku siyasî bin û girêdayî aliyên pêwendîdar an jî çandî yan jî civakî bin.

Egîd piştrast kir ku biryarên ji kongreya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê hatine dayîn ji bo yekitîkirina yekitiyan di yek saziyê de ye û wiha berdewam kir: "Ji pêngavên herî erênî ku me pêk aniye, derxistina daxuyaniya hevbeş a derbarê salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê û Girê Spî û lidarxistina xwepêşandaneke hevbeş e. Bandora wê jî li ser rewşenbîrên herêma Cizîrê erênî bû."

Der barê sedema neyekkirina yekitiyan di gewdeyekê de heta niha, ew e ku nakokiyên partîtî yên di navbera rewşenbîran de ye, wê jî valahiyek di nava rewşenbîran de çêkir. Egîd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ger yekitiyên rewşenbîran hevgirtina xwe çêkir, dê baweriya civaka Kurd û kolana Kurdî bi rewşenbîran zêde be. Dê bi wê re jî rewşenbîr rola xwe ya pêşeng di xebata siyasî û pêşketina civakê ji aliyên fikrî û çandî de bilîze, mecla li pêş rewşenbîr û nivîskaran vebe. Da ku fikir û nêrînên xwe der barê perspektîfên partîtiyê de pêşkêş bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din